Hêzên dewleta Îranê 6 kolber birîndar kirin

Hêzên dewleta Îranê li ser sînorê navçeya Bane û Newsud ên Rojhilatê Kurdistanê kolber gulebaran kirin, di encama gulebarana hêzên Îranê de 6 kolber bi giranî birîndar bûn.

Hêzên dewleta Îranê duh li devera sînor ya Hengejal a li Bane kolber gulebaran kirin, di encama gulebaranê de kolberê bi navê Zanko Gewherî yê 25 salî bi giranî birîndar bû.

Hate zanîn ku di 22’ê Cotmehê de jî hêzên dewleta Îranê li devera Newsudê kolber gulebaran kirine û di encama gulebaranê de du ciwanên bi navê Arman Berzger û Mahan Berzger yên xelkê navçeya Selas a Bawecan yê Sine bi giranî birîndar bûne.

Li gor nûçeya Ajansa Kolbernewsê, roja 22’yê Cotmehê li navçeya Selas a Bawecan a Kirmanşanê sê kolberên din ên xelkê Ciwanru ne, hatine gulebarankirin û her sê kolber birîndar bûne.

Duh Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê daneyên meha Îlonê yên binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li gor daneyan Di meha Îlonê de 14 kolber di encama gulebarana ji aliyê hêzên Îranê ve birîndar bûne û du kolber jî hatine qetilkirin. Her wiha du kolber di encama teqîna mayînan de birîndar bûne.