Polîsên Tirk li Cizîrê bi ser avahiya HDP’ê de girt

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, polîsan di saetên sibehê de bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê de girt.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê serê sibehê polîsan avêt ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê. Hate ragihandin ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de, pêk hatiye. Derbarê hûrguliyên serdegirtinê ango lêpirsînê de agahiyên zêde nehatin bidestxistin.  

Di serdegirtina avahiyê de pirtûka lêkolînê ya qala dorpêça Cizîrê, kompîter û wêneyê Mazlum Dogan hatin desteserkirin. Piştî lêgerîna bi seatan polîs ji avahiyê derketin.