HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, 2 mobesse û çeperek hatin îmhakirin

Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Hêzên me ji bo bîranîna fermandar hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30'emîn a damezrandina YJA Starê gelek çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de ku YJA Starê pêşengî jê re kir, 8 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê bi vî rengî ne:

"Li herêma Heftanînê;

22'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Zapê;

23'ê Cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

22'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û hewldana dagirkeran a ji bo bicihbûna li çeperê hate rawestandin.

22'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 01:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 2 caran dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan.

23'ê Cotmehê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

23'ê Cotmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê kamerayeke mobesse hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 16:30 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Cotmehê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.

22'ê Cotmehê saet di 16:30'î de, 23'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li 4 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

23'ê Cotmehê saet di 22:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî ye;

22'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22 û 23'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebakirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 25 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Teqemeniyên qedexekirî yên hatin bikaranîn bi rengê reş û bi bêhna deterjan bûn.

23'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18'ê Cotmehê qada Stûnê ya herêma Avaşînê 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

22 û 23'ê Cotmehê herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna; Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzanê bi topan hatin bombekirin."