Kampek mişt rûmet û azadî

Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, xelkê Mexmûrê bû mertal. Ne tenê warê xwe, her wiha parastina tevahiya herêma Kurdistanê kir. Lê belê PDK her tim bûye rênîşanderê dewleta Tirk a dagirker û sîxuriya Mexmûrê dike.

Kampa Şehîd Rustem li Mexmûrê di sala 1998’an de li navçeya Mexmûrê hatiye avakirin û rûniştvanên wê nêzîkî 12 hezaran e.

Niha PDK û hevdengên wê li ser çiyayê Qereçoxê sekinîne û PKK’yê bi wê yekê tawanbar dikin ku qaşo ew navçe radestî artêşa Iraqê kirine. Gelo ew qet li raboriya xwe dinêrin ku çi bi ser vî gelê derbider de anîne? Gelo ji bîra wan çûye ku ji kampên Ertûşê heta çolistana Mexmûrê PDK’yê çawa bi hevkariya li gel MÎT’ê daye dû wan û ji kuştin û revandina wan xwe nedaye alî. Wan hetta rehm bi şivanan jî nekir û serê gelek kesan birîn û ajalên wan jî dizîn.

Ew gelê ku li ser destên dewleta dagirker a Tirk li herêmên Botan û Cizîrê li bihişta Zagrosê û li bintarên Cîlo û Cûdî û Çarçelayê li qeraxên çem û deştan hatibûn koçberkirin û xwe spartibûn başûrê Kurdistanê, bi destên PDK’yê careke din ber bi çolistanên Mexmûrê ber bi germa û toza çolistanê hatibûn koçberkirin. Ew gel bi cemseyên Îraqê hatibûn veguhastin û di nav dûpişk û bêaviyê de tî û birçî xistibûn ber mirinê.

Divê her kes bizane û hay ji çîroka rojên tal ên vî gelî hebe û wan azaran bixwîne ku ji destên PDK’yê kişandine. Her wiha hay ji fedakarî û nalîna wan dayikan hebe ku çawa li ber çavên wan zarokên wan bi pêvedana dûpişkan bê derman canên xwe dan. Bîst sal e PDK û mala Barzanî bi hevkariya li gel MÎT’ê kampa penaberên bakurê Kurdistanê dorpêç kirine û zêdetirî sê salan e ku nahêlin rûniştvanên kampê hetta nexweşên xwe jî bibin Hewlêrê.

Yên ku xwe wek nîştimanperwer dizanin û êrişî PKK’yê dikin, dema ku mala Barzanî bi fûtika Tirkiyeyê ew gel li nêzîkî Zaxo û Şikefta Bêhrî ber bi çolistanên Mexmûrê da koçberkirin, li ku bûn? Çima kesekî qal nekir û negot ku ew Kurd in û xwişk û birayên me ne, bila li ba me bin, em wan neavêjin ber rehma desthilatdariya Sedam Hisên û enfalçiyan? Di wê serdemê de jî wekî çawa niha PDK dijberên xwe ji bajaran derdixe û diavêje derveyî deriyên Hewlêrê, penaberên bakurê Kurdistanê ji herêma Kurdistanê ji bajaran derxistibûn.

Wî gelî bi keda xwe ew çolistan avadan kir û sîstema xwe ya rêveberiyê ava kir û xwe parast û gihand. Dema ku DAIŞ’ê êriş kir, bûn mertal û parastina Herêma Kurdistanê kir û şehîd dan û heta îro jî fedakariyê dikin. Lê belê PDK her tim bûye rênîşanderê dewleta Tirk a dagirker û sîxuriya Mexmûrê dike û wan dorpêç dike û rê li ber êrişên dronan vedike.

Qelemên caş û medyaya berevajîkar niha sînga xwe ji bo Mexmûrê didirînin û hawar hawara wan e û êrişî PKK’yê dikin ku qaşo Mexmûr radestî artêşa Îraqê kiriye. Heta niha jî navçeya Mexmûrê û Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî beşeke herêma Kurdistanê nîn e, berevajî vê yekê beşek e ji herêmên nîqaş li ser. PKK piştî temamkirina erkên xwe tenê ji wê herêmê vekişiyaye û daye destên xelkê sivîl ê kampê.

Diyar e ku ew gel êdî piştî wan hemû tiştên ku PDK’yê bi serê wan de anîne, baweriya xwe bi PDK’yê nayne û ewlehiya xwe naxe bin destê wê. Divê PDK êdî dest ji beroka gelê Kurd û caşîtiyê berde. Her wiha ew gel hîn bûye ku çawa xwe biparêze. PKK’yê di rastiya xwe de Qereçox radestî hêza parastina cewherî ya Mexmûrê kiriye û ew gel jî xwedî rêveberî ye û li gel hikûmeta Îraqê di nav hemahengiyê de ye.

Hawar hawara PDK’yê ne ji bo parastina Kurdistanê ye, berevajî vê yekê ji bo dijatiya gel û parastina berjewendiyên Tirkiyeyê ye ku tevliheviyê derdixe û zarokên Kurd dide kuştin.

Dema wê ye ku em bibêjin ku ew gelê ku we ew ji xwe nedîtiye û we ew qewirandine, niha hûn çawa û bi çi rûyî dibêjin divê hevalên PKK divê wan cihan radestî PDK’yê bikin?

Wekî ku xelkê Silêmaniyê dibêje here ji helawê re bêje! Wî gelê ku çolistaneke mişt dûpişk kir bihiştek, yên ku jiyan afirandin û perwerdeya wan heye, yên ku DAÎŞ têk şikandin, çawa dibin beşeke we ku piştî sî salan hîna ser û berê perwerdeya te diyar nîn e  û mamosta divê ji bo mûçeyên xwe li kolanan bikin hawar.