Li Amedê atolyeya tecrîd û şerê taybet hat lidarxistin

Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” li Amedê bi mijara tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê bi mijara tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist. Di atolyeyê de têkildarî tecrîd û wekheviya zayendê nîqaş hatin kirin. Atolye ji du rûniştinan pêk dihat û gelek kes tevlî bûn.

Di rûniştina ewil de dîroka avakirina baviksalariyê û dê wê pêvajoyê de cudahiya jin û mêr a ji hev û têkoşîna jinan hate nirxandin. Di nîqaşan de yek ji xala derketî pêş jî girîngiya têkoşînê ya di nava malbatê de bû. Di rûniştina duyemîn de jî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê hatin nirxandin. Beşdaran, destnîşan kirin ku tacîz, tundiya li dijî jinan û pişaftin bi rêya polîtîkayên şerê taybet ên meşandin.