Endamê Meclîsa Giştî ya Agiriyê Ozgur jiyana xwe ji dest da

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Agiriyê ya HEDEP'ê Kûtbettîn Ozgur jiyana xwe ji dest da.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Kûtbettîn Ozgur, di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest da. Rêxistina HEDEP'ê ya Agiriyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha ragihand: "Endamê me yê meclîsa giştî yê bajêr Kûtbettîn Ozgur di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest da. Xxwedê rehma xwe li hevrêyê me bike û serê malbatê û hevrêyan sax be."