‘Rojnamevan Silêman Ehmed rûyê rast ê PDK’ê radixist ber çavan’

Serokê Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RUNUS) diyar kir ku rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve bi hêcetên bêbingeh hat girtin û got: “Divê em li hemberî binpêkirinên li Herêma Kurdistanê tên kirin, bisekinin.”

Îro ajansa nûçeyan a Rojnewsê û Şîrketa Çetir têkildarî revandina edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed civîna çapemeniyê lidar xist. Rojnamevanên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûn, têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivîn.

Serokê Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RUNUS), Havkar Îzzet bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafên azadî û raderbirînê ya li Başûrê Kurdistanê û got, “Ligel ku binpêkirin zêde dibin vê carê jî buxtan û îftîrayên giran li rojnamevanan tê kirin, rojnamevan tên girtin û revandin ku ev jî nîşaneya herî xirab a binpêkirinên mafê azadî û raderbirînê ya di asta Herêma Kurdistanê ye. Lê ya girîng eve ku pêwîste rêxistin, federasyon û sendîka ligel dezgehên ragihandinan hevgirtineke wan a her timî hebe da ku em bi hevre bikaribin li hemberî wan hemû binpêkirin û sansûrên ku li ser me tê ferzkirin bisekinin. Ji ber ku dema binpêkirinek li hemberî yek ji me were kirin, dibe ku ew rewş sibe li hemberî yekî din ê me kirin. Lewre divê em hemû bi hevre bin, bi awayeke hevgirtî û yekdeng li hemberî wan binpêkirinên ku mixabin li Herêma Kurdistanê tên kirin bisekinin.”

Îzzet di dewamê de diyar kir ku di demên dawî de çend rewşên binpêkirinan, binçavkirin, girtin, cezakirin û revandin li hemberî rojnamevanan hatiye kirin û got, “Rewşa herî dawî jî ya li hemberî hevrêyê me Silêman Ehmed e û mixabin dozeke ku em fêm nakin, ji ber ku piştî 6-7 roj ê revandina wî, bêyî ku belgeyek hebe, di direngiya şevê buxtan û tohmetekî ango ‘dûre ji karê rojnamevaniyê’ li wî dixin; di rastiyê de ev rewşe bi xwe cihê pirsiyar û hizrandinê ye û em nizanin bê ka çawa gihîştiye wê rewşê.”

Îzzet di dawiyê de îşaret bi xebatên ku ew dixwazin ji bo Rojnamevan Silêman Ehmed birêve bibin kir û got; “Şemayeke me yê hiqûqî, yasayî û bîlançoyî heye ku ji destpêka damezrandina fedrasiyona me heta îro hemû binpêkirin tên tomarkirin û arşîv dibin. Li rex wê jî beşa me ya têkilî û yasayî heye ku li ser xetê amade dibin da ku bikaribin zûtir bigihîjin encam û sedemê bizanin, her wiha wê çawa ew doz were çareserkirin. Her wiha weke me anî ziman tîmê me yê parêzeran heye ku ji 5 parêzerên cuda ji bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê pêk tê, dikarin li ser dozên wiha bixebitin, ger ku pêwîst bike jî em dikarin parêzeran bixin tevgerê ku bi rêya dadgehan li ser wan dozan bisekinin da ku dawî li dozên (wiha) ên rojnamevanan were.”

Rojnamevan, Şoxan Mîrza anî ziman ku azadiya raderbirînê li Başûrê Kurdistanê sal bi sal kêm dibe û got ku piştî 31 sal hikumeta Herêma Kurdistanê, bîlançoyên heyî nîşan didin ku desthilata Kurdî li Başûrê Kurdistanê li hemberî rojnamevan û dengên azad binpêkirinan dike.

Şoxan îşaret bi revandin û binçavkirina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve kir û wiha pêde çû; “Silêman Ehmed ku ji bo serdana malbata xwe diçe Rojava û dema vegerê de ji aliyê PDK’ê ve bi hêcetên bê bingeh ku karê dayimî yê desthilatdaran li Başûrê Kurdistanê ye tê binçavkirin.”

Şoxan Mîrza di dewamê de hêcetên asayîşa PDK ji bo rewakirina revandina rojnamevan Silêman Ehmed digire ji rastiyê dûrin û ti rojnamevan û azadîxwaz van hêcetên bê bingeh ên PDK’ê bawer nake û got, “Ji ber ku sabiqeya PDK’ê di mijara binçavkirina rojnamevanan û çêkirina hêcetan ji bo binçavkirina rojnamevanan heye. Em dibînin çend salek dibe ku zexteke zêde ya li ser rojnamevanan, li ser binçavkirina rojnamevanên Behdînanê ku ew jî bi heman rengî bi zextê dewleta Tirk a dagirker a li ser PDK’ê ji bo ku dengê azad li Başûrê Kurdistanê nemîne û ew heqîqeta ku li Başûrê Kurdistanê li ser mijara dagirkeriyê û rewşa Başûrê Kurdistanê heye neyê ragihandin. Her wiha dixwazin bi her awayî ew dengên azad li nav civakê de nehêlin û weke min got bi çêkirina hêcetên bê bingeh rojnamevanan binçav bikin.”

Şoxan di dawiyê de anî ziman; “Em wek rojnamevanên azad dixwazin bidin zanîn ku ew yek nayê qebûlkirin; desthilatdar çiqasê zext û zorê jî bikin, helbet pêwîst dike ku em hesabên wan (zext û zoriyê) bipirsîn. Di demekê de ku niha desthilatdarên Başûrê Kurdistanê behsa azadiya rojnamevaniyê û azadiya fikr û raderbirînê dikin, lê dengê azad nikare biçe Hewlêr û heta nikare raportajekê jî bike. Wate eger rojnamevan ya televîziyonek li gorî berjewendiya desthilat nexebite, heta wê nehêlin ku li wê derê raportajekê jî bike. Wate rojnamevan ku li her dewera cîhanê pêwîste bi azadî xebatê xwe bike, nikare li wir bixebite. Her wiha wan hêcetên ku PDK çêdike, weke hêcetên dewleta Tirk e ku ew jî bi heman rengî hêcetên bê bingeh ji bo rojnamevanan çêdike û wana digire. Lewre divê xelkê Başûrê Kurdistanê bi taybetî divê li hemberî wan binpêkirinên mafên mirovan bêdeng nemînin û helwest bigirin.”

Rojnamevan û Nûçegihanê Rojnews’ê, Baran Germiyanî jî bertek nîşanî revandina edîtorê beşa Erebî ya Rojnews û hevpîşeyê xwe Silêman Ehmed a ji aliyê PDK’ê ve da û got; “Weke dizanîn PDK siyaseta xwe ya binçavkirin û girtina rojnamevanan didomîne, her wiha em dizanin ku PDK di qirkirin û fetisandina dengê azad û rojnamevanan de xwedî dîrokekî dûr û dirêj e. Ev jî di encama çend sedeman de heye ku ya herî girîng a wan eve ku rojnamevanên azad û ew eojnamevanên ku dengê rasteqîn ji raya giştî re parve dikin, rûyê rast ê PDK’ê radixin ber çavan. Eşkere dikin bê ka siyaseta PDK’ê di berjewendiya kî de ye, çima wan karan dike û çima destê dagirkeran tîne nav xaka Başûrê Kurdistanê, her wiha çima li beşên din ên Kurdistanê jî hevkariya  dagirkeran dike yan jî di çarçoveya doza Kurd de di eniya dijber de cih digire? Çi wexta ku gelê Kurd gavek ber bi pêşve diavêje em dibînin ku PDK li dijî vê gavê dibe û hewl dide ku wê têk bibe. Bê guman em binçavkirina rojnamevanan bi taybetî edîtorê ajansa me Silêman Ehmed jî di heman çarçoveyê de digirin dest. Her wiha em dibînin ku tên û bi çêkirina hêcet û senariyoyên nerast û berovajîker, hewl dide ji mijara rojnamevaniyê dûr bixîne.”

Gerîmiyanî di beşek din a axaftinên xwe de behsa çawaniya revandina Rojnamevan Silêman Ehmed kir û got, “Ji ber ku Rojnamevan Silêman Ehmed li ser rêya rastî û heqîqetê dixebitî û rûyê rast ê PDK’ê radixist ber çavan, lewma niha hatiye binçavkirin, revandin û heta niha aqûbeta wî diyar nîne û niha dixwazin tohmetekî cuda ji bo wî çêbikin û bi wan yasayên ku bi xwe çêkirine û bi xwe binpê dikin wî darizînin.

Rojnamevan, Baran Germiyanî di berdewama axaftinên xwe de siyaseta PDK’ê ya li hemberî rojnamvenan şibande siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li hemberî rojnamevana û wiha dirêjî da gotinên xwe; “Ji ber ku em dibînin li Başûrê Kurdistanê çendîn rojnamevan hatine qetilkirin, binçavkirin û revandin; ev yek li nav Tirkiyeyê jî bi heman şêweyê ye, rojane bi dehan û sedan rojnamevan, azadîxwaz, çalakvan û kesayetên siyasî li Bakurê Kurdistanê û heta li nav Tirkiyeyê bi xwe jî tên revandin, binçavkirin û qetilkirin. Ew kesên xwedî dengê azad in û di çarçoveya çarserkirina pirsgirêka Kurd û hemû gelên din dixebitin, bi awayeke rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve jî tên binçavkirin, bê guman li aliyê PDK’ê jî bi heman şêweyê ye. Em dikarin bêjin ku her du siyaset weke hev in.”

Germiyanî di dawiyê de bang li gel, rewşenbîr, rojnamevan û hemû çîn û kesimên civakî kir ku li hemberî wê revandinê dengê xwe bilind bikin û bertek nîşan bidin û got; “Ger îro mijar edîtorê me Silêman Ehmed be dibe ku sibe welatiyek din, kesekî din ê xwedî dengê azad be jî.”

Edîtora Beşa Jin a Ajansa Rojnews’ê, Şayî Aram jî da diyarkirin ku ew kiryarê PDK’ê ya revandina Edîtorê Beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed, li ser hemû rojnamevanên Başûrê Kurdistanê û hemû çalakvan û dengên azad metirsî ye.

Şayî Aram anî ziman, ji ber ku Silêman Ehmed dengê rastiyê radigihan, lewma PDK ji bo ku dengê wî qut bike ew revandiye û got, “Ev yek karekî der yasayî û binpêkirina mafê azadiya raderbirînê ye ku bi heman şêweyê ku li Bakurê Kurdistanê çawa ku ji aliyê dewleta Tirk ve hewl tê dayîn dengê azad û serbixwe were qutkirin û naxwazin ti dengekî azad hebe, heman tişt û siyaset tê rêvebirin ku ew jî ji bo hemû Kurd û Kurdistanê metirsî ye.”

Edîtora Beşa Jin a Rojnews’ê, Şayî Aram di dawiyê de mînaka girtiyên Behdînanê anî, diyar kir ku qutkirina dengê azad ji aliyê PDK’ê ve ne bûyereke nû ye û ev bang kir; “Rojnamevan, azadîxwaz û kesên ku di xema azadiyê û dengê azad de ne, pêwîste bi awayê hevgirtî û yek deng têkoşîna xwe ya li hemberî wê siyaseta der mirovî bidomînin.”