'Ji ewlehiya rojnamevan Silêman Ehmed asayîşa PDK'ê berpirsyar e'

Rojnewsê li gel saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê xwest ku di zûtirîn demê de çarenûsa edîtorê wan Silêman Ehmed bê eşkerekirin û got, "Ji ewlehiya wî asayîşa PDK'ê berpirsyar e."

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê û Şîrketa Çetir têkildarî revandina edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Her wiha Federasyona RU NUS, Centera Metro û Sendîkaya Rojnamevanî ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyê de amade bûn û piştgirî dan Rojnewsê.

Daxuyanî bi vî rengî ye.

"Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa me (Rojnews), Silêman Ehmed ev hefteyek e ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatiye revandin û heta niha jî winda ye. Şeva bihurî asayîşa Duhokê li xwe mikur hat ku wan Ehmed revandine. Silêman Ehmed welatiyê Rojavayê Kurdistanê ye û bi qasê 5 salin li Başûrê Kurdistanê dimîne û li ajansa me kar dike. Roja 1’ê Cotmehê ji bo ku tevlî merasîma şînê ya bavê xwe bibe û serdana malbata xwe bike, bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû. Piştre di dema vegera xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê, li Deriyê Fîşxabûr (Pêşxabûr) bêyî ti sedemeke yasayî ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat revandin û ti daxuyaniyek nedan. Ji wê demê ve heta niha têkiliya me bi wî û malbata wî re qut e.

Silêman Ehmed rojnamevaneke jêhatî ye û di wan pênc salan de bêyî ku bisekine kar kiriye û di heman demê de endamê Yekîtiya Ragihandina Azad-YRA ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hefteyek piştî wendabûna wî, şeva bihurî Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê bi daxuyaniyeke berovajîker û nerast ragihand ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed 'Ti peywendiya wî bi rojnamevaniyê re nîne' û bi eşkere gefa cezakirinê li wî xwar; her wiha li xwe mikur hat ku wan ew revandine.

Em weke Ajansa Rojnewsê, gotinên nerast ên hêzên asayîşa Duhokê red û şermezar dikin, em vê yekê weke hewldaneke tirsonek li dijî dengê azad ê rojnamevan Silêman Ehmed dibînin.

Em vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de çarenûsa Silêman Ehmed were eşkerekirin û azadkirin; ji ewlehiya wî asayîşa PDKê berpirsiyar e."