Parêzera Armîtayê hate binçavkirin

Hat ragihandin ku di meresima cenazeyê Armîta Girawend de ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat kuştin, parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh bi êşkence hatiye binçavkirin.

Armîta Girawend (16) ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, 1’ê Cotmehê bi hinceta serê xwe negirtiye, ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hat binçavkirin û zêde êşkence lê hat kirin. 

Armîta ku ji ber êşkenceyê ket komayê, 28 roj bi şûn de 28’ê Cotmehê di nexweşxaneyekê de li Tehranê jiyana xwe ji dest da. 

Malbata Armîtayê xwest cenaze li Kirmaşanê vebişêre lê meqamên Îranê nehişt. 

Cenazeyê Armîtayê roja Yekşemiyê li Goristana Beheştî Zera ya li Tehranê bi meresimeke girseyî hat veşartin. 

Gava meresima cenaze gelek kes hat binçavkirin. Hat zanîn ku parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh jî hatiye binçavkirin.

Hevserê wê Reza Handan daxuyanî da AFP’ê, got: ‘’Hevsera min di meresima cenazeyê Armîta Girawend de hat binçavkirin.’’ 

Reza Handan, da zanîn ku gava binçavkirinê li hevsera wî hatiye xistin. 

Nesrîn Sotudeh (60) sala 2012’an liyaqê xelata mafê mirovan Sakharovê hat dîtin, salên dawîn gelek caran hat girtin.