Cenazeyê Şehîd Destan Botan li Cizîrê hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Destan Botan ku 25’ê Tîrmehê li Nisêbînê ji bo nekeve destê dijmin, bi fedaî meşiya şehadetê, ji aliyê malbata wê ve hat wergirtin û li Cizîra Botanê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Destan Botan (Kader Acar) ku li maleke ya kolana Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî dorpêç û banga tîmên tevgera taybet ên polîsên Tirk a ‘teslîm bibe’ bombeya xwe teqandibû û şehîd bûbû, tevî ku ji aliyê malbata wê ve hat teşhîskirin jî bi hinceta ku encamên DNA'yê derneketiye, radestî malbatê nehate kirin. Li ser vê yekê cenazeyê Acar li Goristana Bajarê Kamorê ya navçeya Artukluyê hatibû veşartin.

Encama DNA’yê piştî 65 rojan derket. Li ser vê yekê malbatê ji bo wergirtina cenazeyê Acar çûn Mêrdînê. Piştî karên dozgeriyê di satên dereng de cenaze ji cihê hatibû veşartin hate derxistin û radestê malbatê hate kirin.

Malbatê cenaze bi derfetên xwe wergirt û ber bi navçeya Cizîrê ya Şirnexê ve bi rê ketin. Cenazeyê Destan Botan tenê bi destûra tevlîbûna malbat û hin xizmên wê yên nêz, li Goristana Asrî ya Cizirê hate veşartin.