Tevgera Azadî: Serkeftina Kobanê, berhemê berxwedana li Îmraliyê ye

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got: “Serkeftina Kobanê berhemê berxwedana bi rûmet a li Îmraliyê ye.”

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê ku serkeftina mezin a Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê ye, em di şexsê şehîd Arîn Mîrkan û Heval Musa de bejna xwe li hember lehengî û pêgeha bilind a şehîdên berxwedana Kobanê û hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê ditewînin.

Têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê bû destpêka bidawîbûna xîlafeta tirs, teror û kuştinê, têkoşîna mîtolojîk a li Kobanê encama berxwedana bi rûmet a Îmraliyê ye. Dema ceribandina asta îradeya gelê Kurd e ku dûrahiya ji sifirê vedike û digihîne xala dawî û lûtkeya îradeyê.

Serkeftina Kobanê ya bi pêşengiya jinan ev nîjad kir sembola serdema nû ya azadiya mirovahiyê, helbestvan rast digot ciwan bi evînê ber bi mirinê ve diçin mirinê.

Hatina gerîllayên azadiyê yên Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Hewlêr û PARASTİNA Herêma Kurdistanê û her wiha hatina komek pêşmergeyên qehreman ji bo Kobanî û parastina Rojavayê Kurdistanê di qonaxa herî dijwar a dîrokî de, xalek giringe. Xala bi hêz ya vê qonaxê her wiha tevilbûna xwîna xwişk û birayên me yên li sengera parastina şeref û rûmetê de ye. Ango di têkoşîna azadî û bizava neteweyî de xala zivirînê ye ku ji bo bidestxistina nasnameya bi rûmet, pêşmergeyên me yên qehreman li kêleka xwişk û birayên me li heman qada şer de cih girtin.

Divê Pêşmerge nasnameya xwe biparêzin û nekevin bin bandora ti biryarên siyasî yên partiyek klasîk û malbatek, bêyî ku berjewendiyên gelê me ji bo berjewendiyên teng ên malbatî li ber çavan bigirin, lê belê malbata Barzanî jî çawetiya xwe venaşêre.

Ti carî dijmin nikare bostek xaka Kurdistanê dagir bike. Em li vir têdigihin ku ger gelê Kurd hêza xwe kom bike, hêza wê digihije astek wiha ku dikare li hemberî hemû gef û êrîşan raweste. Ji bo wê karê herî pîroz yekitî û yekbûne û di meclisek leşkerî de komkirina hêzên çekdarî ye.

Em bang li her kes û aliyan dikin ku felsefeya Netewa Demokratîk, ji bo hemû qeyranên li Rojhilatan Navîn û hemû cîhanê tekane rêya çareseriyê ye. Li ser vê yekê pergala rêveberiya demokratîk hêvênê aştî û xwişk û biratiya gelan û olên herêmê ye.

Yekrêzî û yekitiya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de, mîsogeriya parastin û hebûna gelê Kurd e. Ji bo jiyaneke birûmet û aştiya li welat û li cîhanê em hemû vê raman û paradîgmayê bikin quralê jiyana xwe.”