KJK'ê di Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn de ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir

Koordînasyona KJK'ê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyek da û got, "Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn ji bo mezinkirina berxwedanê em bang dikin."

Di daxuyaniyê de ku li malpera înternetê ya KJK'ê hate weşandin, hate gotin "Em Roja Kobanê ya Cîhanê li şehîdan ku di asta fedaî û pêşengiyê de tevlî berxwedana Kobanê ya dîrokî bûn, li Rêber Apo, şervanêna zadiyê, gelê me û mirovahiya pêşverû pîroz dikin. Em şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin ku bi canê xwe Kobanê ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û kirin nîşaneya şoreşa sedsala 21'ê. Her wiha em hemû dostan, gelan, rêxistinên şoreşger û hevrêyên enternayonalîst hemûyan careke din silav dikin ku tevlî têkoşîn û berxwedana rizgarkirina Kobanê bûn."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Berxwedana Kobanê ji aliyê neteweyî ve ji bo hevgirtin, yekbûyî, yek helwestê bû sembol, lewma di asta dîrokî de girîng û hêja bû. Di asta gerdûnî de jî ji bo jinan, gelan, çepgir, sosyalîst, anarşîst û antîkapîtalîstan bû sekna hevpar, nexşerêya nû ya têkoşîna enternasyonalîst diyar kir. Nîşan da ku sekna hevpar û bi hev re ya civakên bindest, jinan û gelan ji tundiya şerê parvekirinê û berjewendiyan, ji siyaseta dewletan mezintir û xurtir e. Lewma rizgarkirina Kobanê ji rizgarkirina xakeke biçûk an jî bajarokekî biçûk ê Rojavayê Kurdistanê wêdetir bû xwedî wateyeke gelekî mezin. Roja Kobanê ya Cîhanê binavkirina vê rastiyê ye.

Ya ku li Kobanê hate têkbirin ne tenê hêza leşkerî û fîzîkî ya DAÎŞ'ê bû. Kiryar, polîtîkayên dagirkerî, talan û qirikrinê yên faşîzma serwer a mêr ê hegemon li Kobanê têk çû. Tarîtiya ku DAÎŞ'ê temsîl dikir ku ji aliyê faşîzma AKP'ê ve weke hêza wekîl tevdigeriya, di şexsê Rojava de xwest şoreşa destpêkê ya herî mezin a sedsala 21'ê daqurtîne û tune bike. Xwestin ku bi rengê herî paşverû Şoreşa Jinê ya Rojava bifetisînin ku vê şoreşê hêvî û bawerî da Kurdistanê, herêmê û tevahiya cîhanê. Bi qirkirinê bersiv da gelê Kurd ê ku bi avakirina xwerêveberiya demokratîk azadî diafiran, bi faşîzma tarî bersiv da projeya neteweya demokratîk, bi hovîtiyê bersiv da jiyana azad û bi vî rengî xwest hêviyên şoreşê bişikîne.

Ji ber vê yekê azadiya Kobanê bi pêşengiya jinê di asta dîrokî û gerdûnî de bi wate û girîng e. DAÎŞ destpêkê li Kobanê hate şikandin. Dewleta Tirk a faşîst ku nekarî xwe li rizgariya Kobanê rabigire, ji bo vî bajarî dagir bike planên qirêj amade kir. Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn ji bo parastina şoreşa Rojava li çar aliyên cîhanê jin, gel, enternayonalîst û rêxistinên şoreşger dadikevin qadan, ku ev yek nîşan dide ku berxwedana Kobanê dewam dike.

Li dijî planên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk a qirker ku li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî li ser Kobanê dimeşîne, gelekî girîng e ku têkoşîna parastina şoreşê li her derê bê mezinkirin. Hem ji bo rizgarkirina xaka Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst de ne, hem jî ji bo pêşîgirtina li operasyonên dagirkeriyê yên nû, bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn em banga mezinkirina têkoşînê dikin.

Di serî de gelê me em bang li gelên herêmê, tevgerên jinan, hêzên şoreşger, rêxistinên çep-sosyalîst ên cîhanê dikin ku di şexsê Kobanê de ya bi berdêlên grian hate rizgarkirin, ji bo parastina xurt a şoreşa sedsala 21'ê faşîzma dewleta Tirk rawestînin. Faşîzm îro li gelek herêmên cîhanê bi dijminatiya li jinê, dagirkerî, şer û qirkirinê hewl dide mirovahiyê di tarîtiyê de bifetisîne. Ji bo parastina şoreşa xwe, ji bo misogerkirina serdema azadiyê ya sedsala 21'ê di serî de jin, em hemû têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin. Em bang dikin ku Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn bi ruhê berxwedanê pêşwazî bikin."