Bi girseyî serdana şîna malbata gerîlaya YJA Starê Ozmen hate kirin

Ji bo malbata gerîlaya YJA Starê Kiymet Ozmen ku li Zapê di şer de şehîd bû, bi rengekî girseyî serdan hate kirin.

Li herêma Zapê di şer ku di 11’ê Cotmehê de qewimî gerîlaya YJA Starê Kiymet Ozmen (Cûdî Çekdar) jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Ozmen li taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê şîn hatiye danîn. Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana şînê hat kirin. Rêveberên HEDEP’ê, DBP, aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan bi girseyî serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.

Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ya ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn, di şînê de axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Kutlu diyar kir ku têkoşîna Kurdan bi şoreşa jinan tê nivîsandin û got, li dijî şer yekane çareserî aştî ye.

Piştre dua hatin xwendin û girse belav bû.