Kalkan bal kişand ku şerê hatî destpêkirin, bi plana rê ve girêdayî ye û hêzên hegemon ên navneteweyî jî ji bo bi ser xistina planê, li firsendê digerin û wiha got: “Eger bi ser bikeve, wê rê vebe û astengiyên li pêşiya wî dê paqij bibin. Eger plana rê bi têkoşînê neyê astengkirin, sabotekirin bi ser nekeve, wê demê plana rê dê bi ser bikeve. Îsraîl, Lubnan, Sûriye û Iraqê wê li gorî vê yekê were dîzaynkirin. Wê ewlehiya rê pêk were. Di vê çarçoveyê de yan wê ji hev qut bibin, yan jî wê xizmetê ji vê rêyê re bikin. Piştre wê dora Qibris û Tirkiyeyê jî were.”
Dûran Kalkan destnîşan kir ku şerê li Xezeyê, parçeyekî şerê cîhanê yê sêyemîn e ku zêdeyî 30 sal in li Rojhilata Navîn dewam dike û diyar kir ku projeya ku pirsgirêka Îsraîl-Fîlîtîn çareser bike, sîstema konfederalîzma demokratîk e.
Endamê Komîteya Rêveber a Navenda PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke taybet bû ku di televîzyona Medya Haberê de hate weşandin. Kalkan rojeva Kurdistan, Tirkiye û Rojhilat Navîn nirxand.
Nirxandinên Kalkan bi vî rengî ne:
Ez destpêkê berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Em her tim tecrîda li Îmraliyê nîqaş dikin û divê jî em nîqaş bikin. Dibêjin cezayê disîplînê; eşkere ye ku tiştek bi vî rengî tune ye û wê nebe. Me ev yek timî nirxand. Lê divê her kes fêm bike.
Li ser vê esasê du tiştan dikin. Yek; hevdîtinan asteng dikin, hevdîtinên malbat û parêzeran asteng dikin. Ya duyem jî; êdî sala 25’an e. Yanî divê Rêber Apo jinûve were darizandin. Weke hiqûqî divê bi fîzîkî azad bibe. Eger mirov baldar be, cezayê disîplînê tenê nadin Rêber Apo, didin gelek girtiyan. Tiştên biçûk dikin hincet. Didin û 30 sal dimînin. 31-32 sal in hîna dewam dike. Ji ber ku dibêjin şewitandina înfazê, wisa bi kar tînin. Derbasdariyek vê ya hiqûqî tune ye. Ti eleqeya wê bi rastiyê re nîne. Li aliyê din divê mirov vê nas neke. Gelo ma li Îmraliyê hiqûqa çi heye?
Rêber Apo weke îradeya Kurd, weke Kurd ji ber ku mafên gelê Kurd diparêze 25 sal in li Îmraliyê tê girtin. Niha ev qanûnên ku ceza didin, çine? Makeqanûna derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an e. Ev qanûn Kurdan nas nakin, hebûn û nasnameya Kurd nas nakin. Yanî nikare cezayekî bide. Li gorî sedemê di wir de, nikare ceza bide. Lewma divê weke hiqûqî mirov nas neke. Divê raya giştî jî vê yekê hîn baştir fêm bike. Divê mirov di vê çarçoveyê de têkoşînên hiqûqî yên hîn bi bandortir bimeşîne.
EM DIKARIN BIBÊJIN KU TEVGEREKE DEMOKRASIYÊ YA KÛREYÎ DESTPÊ KIR
Mijareke din jî ya girîng, kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku 10’ê Cotmehê destpê kir. Piştî yek-du rojan jî wê hefteya wê ya sêyem temam bibe. Bi rastî jî li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di asta kûreyî de kampanyayek a azadiyê didome. Ev têra xwe girîng û bi wate ye. Dostan ev yek dan destpêkirin. Jin û ciwanên gelê Kurd xwedî lê derketin. Îcar ev sê heftene her roj tevlîbûnên nû çêdibin. Belav dibe, beşdarvan zêde dibin. Kampanyaya çalakiyê mezin û dewlemend dibe. Çalakî bi daxuyaniyên çapemeniyê û hin meşan destpê kir. Niha çalakiyên kon hene, mîtîng hene, daxuyaniyên hîn berfirehtir hene, tevlîbûnên şexsî hene, nîqaşkirina fikrên Rêber Apo heye.
Ev kampanyaya çalakiyê di rastiyê de, kampanyayek a azadiyê ye, kampanyaya azadbûnê û xwe azadkirinê ye. Ji bo her kesê têkoşîneke azadiyê ye. Ji ber ku parastina Rêber Apo, her kesê eleqeder dike. Ji ber her kes azadiya xwe, di têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibîne. Tevgereke azadiyê ya kûreyî, têkoşîna azadiyê ya kûreyî derket holê. Her kes seferber dibe. Em dikarin bibêjin ku tevgereke demokrasiyê ya kûreyî destpê kir. Rêber Apo gotibû, konfederalîzma demokratîk a cîhanê. Îcar bingehên wê tên danîn. Bi rastî jî şoreşeke azadiyê ya cîhanê diqewime. Li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê şoreşa sosyalîzma demokratîk diqewime. Yanî mirov dibin xwedî fikrên nû, taybetmendiyên jiyana nû. Ev belavî hemû cîhanê dibe, belavî hemû civakan dibe. Ji hemû parzemînan ji her reng û beşê mirov bi vê yekê re eleqeder dibin. Bi vî rengî guhertin û veguhertineke bi kok heye. Tevgereke têkoşînê ya şoreşger, tevgera têkoşîna azadiyê, tevgera azadbûn û demokratîkbûnê di asta kûreyî de pêş dikeve û li dora Rêber Apo pêş dikeve. Çima? Ji ber Rêber Apo paradîgmaya azadiya civakî ya roja me, pêş xist. Ev paradîgma azadî û rizgariya hemû kesên bindest û bi taybetî ya jinan dide. Ev paradîgma ji bo hemû kesên bindest, rêya rizgariyê nîşa dide.
HERÎ ZÊDE JIN BARÊ TÊKOŞÎNÊ DIHILGIRIN
Li aliyê sîstema Îmraliyê heye. Sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê û li dijî vê jî têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo heye. Ev têkoşîn her kesê bandor dike. Sîstema Îmraliyê bi komploya navneteweyî re derket holê. Komploya navneteweyî plana dawî ya zihniyet û siyaseta qirkirina Kurdan û êrîşa rêxistinkirî bû. Ev sîstema modernîteya kapîtalîst û sîstema hegemonîk a kûreyî jî, li ser esasê qirkirina Kurdan hat avakirin. Li ser esasê zihniyet û siyaseta qirker hat avakirin. Lewma Îmralî navenda têkoşîna li dijî zihniyet û siyaseta qirker e. Rêber Apo rêberê têkoşîneke bi vî rengî ye.
Li aliyê din civaka Kurd pêşengiyê ji vê re dike, jin pêşengiyê dikin. Ev jî girîng e. Jin jî ji xwe ji aliyê zihniyet û siyaseta vê sîstemê ve hatine tunekirin. Rewşa jinan û Kurdan di vî warî de nêzî heve, mîna heve. Lewma herî zêde yên ji sîstemê zirar dibîn in. Li dijî vê sîstemê jî destpêkê ew bi zane dibin. Xwe rêxistin dikin û herî zêde têdikoşin. Barê têkoşînê dihilgirin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Rewşeke tê fêmkirin e. Yanî giran jî were, zehmet jî were bi wate û rûmet e. Divê mirov xwedî li vê derkeve.
DIVÊ DERFET RAST WERIN NIRXANDIN
Pêvajoyeke 20 rojî ye, her roj tevgerek heye. Destpêkek nû, çêbû. Di asta kûreyî de kampanyayek çalakiyê ya bi vî rengî çêbû, her ku diçe belav dibe. Wê belav bibe, mezin bibe û encam wergire. Divê mirov vê wisa binirxîne û bibîne. Ji bo vê jî divê her kes xwe berpirsyar hîs bike. Divê derfet û firsend rast werin nirxandin. Divê şêwazên çalakiyê, di rêbazên rê de heta dawiyê dewlemendiyê pêş bixe. Divê evane hemû teqez çêbibin. Ji xwe gelê Kurd, jin û ciwan xwedî li vê derdikevin. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û yên li dervey welêt di nava seferberiyê de ne. Di asta kûreyî de jî seferberî belav dibe.
Me digot azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Niha kampanyaya azadiyê ya di asta kûreyî de ev yek nîşa kir. Yanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, rizgariya hemû kesên bindest, jin, ciwan, gelên bindest, karker û kedkaran e. Ev yek bi rengekî herî şênber di kampanyaya 10’ê Cotmehê de derket holê. Hevalên me silav kirin. Ez jî li ser navê rêveberiya partiya me, her kesê ku beşdarî vê kampanyayê bûyî silav dikim. Serkeftinê dixwazim. Ez bawer dikim ku wê bi serkeftî jî bin.
GIRÎNG E KU BELAVÎ ROJHILATA NAVÎN, BI TAYBETÎ JÎ TIRKIYEYÊ BIBE
Helbet hîn girîngtir e ku belavî Rojhilata Navîn bibe. Bi taybetî girîng e ku belavî Tirkiyeyê bibe. Herî dawî 78 rewşenbîran îro daxuyanî dan. Me gelek girîng û bi wate dît. Em van rewşenbîran bi gotina banga aştiyê silav dikin. Em bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em gelek nirx didin hewldanên wan. Weke tevger û gel ji aliyê me ve ti astengî nîne. Lê divê van fikran bi civaka Tirkiyeyê, jinan, ciwanan, karker û kedkaran bidin nasandin. Ji bo vê yekê pêdivî bi hewldanekî mezin heye. Rewşa Rêber Apo Kurdan eleqeder dike, hemû kesên bindest, jinan û mirovahiyê eleqeder dike. Hem sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û hem jî berxwedana Rêber Apo ya li dijî wê… Lewma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji her kesê zêdetir civaka Tirkiyeyê eleqeder dike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê teqez girêdayî vir e. Qasî azadiya Kurd, dê demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bîne. Yanî hilweşîna sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê astê de girîng e. Gelek girîng e ku mirov li Tirkiyeyê xwedî li vê derkeve û zihniyet û siyaseteke bi vî rengî li Tirkiyeyê belav bibe. Rewşenbîran derketinek kirin. Derketinek girîng bû. Derketinek bi cesaret e. Divê dewam bike û belav bibe. Yên di rewşa herî zehmet de, divê vê yekê herî zêde bikin.
DIVÊ GELÊ FÎLÎSTÎN Û YAHÛDÎ, ÇARESERIYÊ DI RÊBER APO DE LÊBIGERIN
Îcar îro di şer de ne. Xeze bûye gola xwînê. Şerê Îsraîl-Hamasê heye. Gelê Fîlîstînê, Yahûdî di vî şerî de tên qetilkirin. Dîsa divê ew jî herî zêde xwedî li Rêber Apo derkevin, Rêber Apo fêm bikin û hewl bidin fêm bikin. Divê çareseriyê di Rêber Apo de lêbigerin; ji ber ku Rêber Apo zihniyet, siyaset û projeya çareseriya ji vî şerî re dide.
Çareseriya modernîteya demokratîk vê yekê îfade dike. Netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk vê yekê îfade dike. Lewma divê di nava vî şerî de jî hîn zêdetir xwedî lê derkevin. Rêber Apo tevkariyên mezin li berxwedan gelê Fîlîstînê kiriye. Hemû lîderên Fîlîstînî nas kir û dît. Demek dirêj piştgirî da gelê Fîlîstînê û di nava têkoşîna hevpar de bû. Li aliyê din Rêber Apo rolê girîng ê ku demokrasiya Yahûdî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bilîze, bi rengekî herî baş danî holê. Rêber Apo rewşa trajîk a di dîrokê de bi serê civaka Yahûdî hatî, bi rengekî herî rast, piralî û fêmkirî anî ziman û pênase kir. Di parêznameyên wî de ev hene. Gelek rastî hatin ronîkirin. Yanî sosyalîst, demokrat û kedkarên Yahûdî û Îbranî teqez dikarin ji wan fikran sûd werbigrin. Yahûdî di asta fikrî de pêşketîne, lê Rêber Apo nirx da wan û ew gihandin sentezeke nû. Têkoşîna ku li dijî sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin, têkoşîna her kesê ye. Têkoşîneke ku her kesê bandor dike.
Ez careke din her kesê ku vê têkoşînê dimeşîne silav dikim, serkeftinê dixwazim. Ez bang li hemû kesên bindest; di serî de jin, karker û kedkar, ciwan hemû gelên cîhanê dikim ku hîn bi bandortir beşdarî vê kampanyaya azadiyê bibin.
PÊŞENGIYA YJA STARÊ WATEYA BÎRDOZÎ YA GERÎLATIYÊ NÎŞAN DIDE
Rewşa Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, her tişt şer e û li ser esasê şer dimeşe. Derbarê şer de agahî ji aliyê Biryargeha Navendî ve tê dayîn. Di vê mijarê de ti agahî ji raya giştî, ji aliyê me ve nayên girtin, lê dewleta Tirk vê yekê veşartiye. Di rewşa heyî de şer li her qadê didome.
Em di meha Cotmehê de bûn. Cotmeh jî meheke girîng a berxwedan û têkoşînê bû; Ez dixwazim vê îfade bikim. Belê derbas bû, lê 25’ê Cotmehê 31’emîn salvegera şehadeta hevrê Bêrîtan bû. Ez wê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Ez hemû şehîdên Cotmehê di şexsê wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Şerê me bi pêşengiya YJA Starê didome. Ger hûn bala xwe bidinê YJA Star di hemû bîlançoyên çalakiyan de pêşeng e. Bi vê wesîleyê ez tevahî fermandarî û hêza şervan a YJA Starê silav dikim û serketina wan pîroz dikim. Têkoşîna wan di dîrokê de têkoşîna herî girîng û watedar e. Hêza ku vê têkoşînê dimeşîne ruh, vîn, hişmendî, rêxistinbûn, cesaret, fedekarî û şûrê tûj yê jiyana azad e. Pêşeng û pêkanînera xeta azadiya mutleqe. Di vî warî de pêşengiya YJA Starê dide xuyakirin ku di şer de pêşengiya bîrdozî ya jinê çiqasî girîng û esase. Her wiha Têkoşîna Azadiya Kurd û şerê gerîla ji aliyê bîrdozî ve çiqasî girîng e. Di têkoşîna bîrdozî ya mezin de, şerê bîrdoziyê heye. Ev yek derdikeve holê, tê dîtin.
Di destpêka meha Cotmehê de tevgereke nû hebû; Divê em wisa bibêjin. Hevrêyan çalakiya Enqereyê weke xala veguherînê nirxandin. Ez tevlî dibim. Bi têrkerî hate nirxandin. Her wiha ez hevrê Rojhat û Erdal bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî ruh û xeta têkoşînê ya vê serdemê eşkere kirin. Diyar kirin ku pêwîste li ser xeta Zîlan têkoşîn bikin û ev tişt nîşan dan: Çalakiyek ku gerîla nikaribe bike û dijminek ku nikaribe têk bibe, nîne. Heya ku di warê nêzîkatiya afirîner, şêwaz, awaz û tempo de rast were destgirtin.
PDK Û DEWLETA TIRK MÎNA ARTÊŞEKÊ NE, FERMANÊ JI FERMANDARIYA YEK KESÎ DIGIRIN
Her wiha di bîranîna salvegera şehadeta hevrê Bêrîtan de, di çerçoveya silavkirina hevrê Bêrîtan û silavkirina damezrandina YJA Starê de pêngavek pêk hat. Ji ber vê yekê di meha Cotmehê de li gorî mehên borî çalakiyên gerîlayan zêde bûne. Ev jî wek bîlanço tên dayîn. Hin çalakî hebûn. Bi rastî derbeke giran li keriyên faşîst ên AKP-MHP'ê xist. Ji ber vê ez vê berxwedana gerîla silav dikim. Ez van destkeftiyên mezin ên HPG û YJA Starê pîroz dikim. Herî dawî di şexsê şehîdê Zapê hevrê Cûdî Çekdar de hemû şehîdên me bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Yên ku mirovahiyê afirandine ev şehîd in.
Ev rastiyeke eşkere ye. Hin dîmen derketin holê. Ji ber ku çapemenî lê dikole, nizanim çiqasî divê bê gotin, lê ez dibêjim artêşa Tirk li pişt PDK'ê asê maye û xwe bi vî rengî vedişêre. Mirov nikare baş fêm bike, gelo PDK’ê li pişt artêşa Tirk xwe vedişêre an artêşa Tirk li pişt PDK'ê xwe vedişêre? Ew jî ne pir zelal e. Avahiyeke wan a wisa heye ku pir muhtacê hev in, ji gerîla ditirsin û bi hev re wiha ne. Mîna artêşekê ne. Ma dibe ku berovajî wê be? Û di nava şer de. Ger artêş nebûna, hêzek ku fermanê ji du navendên fermandariyê werdigire dikare bi hev re bimîne? Ew nikare bimîne. Ew nikare di şer de ew qas bi koordîne tevbigere. Ji ber vê yekê tenê yek ferman heye. Ew gihîştine wê astê.
BERXWEDAN DI SER LEHENGIYÊ RE YE
Rewşa Herêmên Parastinê yên Medyayê ev e. Di demên dawî de li tevahiya Zapê çalakî hatin lidarxistin. Mînak hem li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û hem jî Rojhilatê Zapê çalakiya Kokerê hebû; Derbeyek giran li dijmin hate xistin - Girê Cûdî û tevahiya qada Metîna bû qada çalakiyê. Dijmin bi her cureyê êrîşan dike. Êrîşên balafiran, topan, êrîşên tankan, çekên kîmyewî, taktîkî, bombeyên nukleerî. Ev êrîş her tim têne kirin. Bi gotineke din berxwedan di ser lehengiyê re ye. Çalakî heta Xakurkê belav bûn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke topyekûn heye. Li Heftanînê çalakî hebûn, me dît.
Ne tenê di van qadan de; Ger hûn bala xwe bidin herêmên Bakur jî ji havînê ve di nava şer de ne. Herî dawî li Serhed, Amed, Licê û Mêrdînê çalakî hatin lidarxistin. Di gerîla de pêşketineke pêngavî rû da. Di eniya xwe de dest bi pêvajoya nû kir. Li bajaran jî di astekê de çalakî hene.
Di êrîşên dijmin de ti guhertin nîne. Berovajî vê, her ku xitimandin, bêçaretî û astengî zêde dibin... Em çawa bibêjin; mînak Tayyîp Erdogan îro qala exlaq û hiqûqa şer dikir. Hinek bila ji bo xwe vê yekê bike. Li cihê êrîşê her kesî dike, bila li xwe vegere. Her kes ji Tayyîp Erdogan hîn dibe. Divê neyê jibîrkirin ku heta Hîtler jî gotiye min ev xet ji Komara Tirk girtiye. Got ku wî ew ji Îttîhad û Terakkî û damezrandina Komara Tirkiyê wergirtiye. Niha her kesê ku ji aliyê rêveberiya Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ve tê rexnekirin, rastî wan ji Komara Tirkiyeyê fêr dibe û ji wir jî mînak digire. Ji pêkanînên li ser Kurdan mînakek digire û pêkanînek ku dişibihe wê dike. Yanî eger hinekî bi xwe bizaniyana baş bû, lê niha tiştekî wisa ye ku bêçare û xitimî mane. Ew jî nikarin derkevin derve. Xwe îkna dikin. Bi vî rengî bi tevahî demagojî û şerê psîkolojîk hewl didin civaka Tirkiyeyê bi rêve bibin. Ji ber vê jî agahiyên ku derbarê şer de didin ne rast in. Biryargeha Navendî gelek caran vê yekê parve dike. Ew agahiya veşêrin, ser digirin. Bêçare û bêçareserî ne. Mirov dikare vê yekê bi wateya şer derxe pêş û îfade bike. Wê çawa biçe ne diyar e. Hevrêyan diyar kirin; Bi rastî jî bêyî piştgiriya PDK’ê, bêyî piştgiriya cerdevanan (her çendî edebiyata qehremantiyê dikin jî) hêza wan a şer nemaye, tune ye. Li hemberî gerîla gelek caran têk diçin. Ji xwe du kesan çi bi Enqereyê kirin? Ji ber vê yekê hate dîtin. Her kes bû şahidê vê yekê. Di vî warî de bû şahidê hêz û kapasîteya gerîla.
HETA KU SÎSTEMA QIRKIRINÊ BIDOME WÊ BERXWEDAN JÎ DEWAM BIKE
Heta ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bidome, heta êrîşên faşîst, mêtinger, qirker ên li ser Kurdan, Îmraliyê, êşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê bidome, bê guman wê berxwedan bidome û ev şer jî wê dewam bike.
Rewşenbîran bang kirin. 78 rewşenbîr. Pir girîng, watedar e. Em nirx didin, lê bi vê munasebetê em bibêjin; Me dest bi vî şerî û êrîşan nekir. Ango li vir her kes behsa salên 2013-14 dike; Navê wê kirin pêvajoya çareseriyê. Me ew pêvajo xera nekir. Rêber Apo bi awayekî vekirî diyar kir, ew nahêlin hevdîtin pêk bên. Ji wê demê ve nehiştin biaxive. Êrîşkar dewleta Tirk e. AKP-MHP’ê rêveberiyeke faşîst, mêtinger û qirker e. Lewma divê her kes li ser wan bisekine. Divê em li dijî vê êrîşa qirker a dagirker têbikoşin. Ger her kes ji eniya xwe têbikoşe û encamên têkoşînê bibin yek, wê ev faşîzm hilweşe. Ji xwe di pêvajoya hilweşînê de ye. Ev hemû êrîş ji vir tê.
DIVÊ HESABGIRIYA SED SALÎ BAŞ BIHATA KIRIN
Rêveberiya me, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê sed salî de daxuyaniyek weşand. Ew berfireh bû, girîng bû. Helwesta me danî holê. Em girîngiyê didin Tirkiyeyê, em vê yekê cidî dibînin. Têkoşîna me têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Lê rewşenbîran jî daxuyanî dan. Pir girîng, watedare. Bi rastî ger ew raman bi civakî bibana, wê ji aliyê me tiştek nebaya. Belê, ez ê bibêjim ku di rêveberiya dewletê de, di dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê de ti guhertin çênebûye, lê ez naxwazim wisa bêjim ji ber vê yekê wekî ku bendewariyek heye ku guhertinek çêbibe neyê famkirin. Helbet bendewariyek me ya wiha nîne. Bi rastî divê bibe. Divê em bi giştî red nekin navêjin aliyek, lê dema mirov li pêkanînan dinêre, em nikanin ronahiyek bibînin. Ji ber ku di sedsaliya damezrandina Komara Tirkiyê de, roja piştî wê ye; Di 30'ê Cotmeha 2014'an de ev Plana Çalakiya Hilweşandinê hat amadekirin. Plana êrîşê, plana îmhayê ya qirkirina Kurdan. Ev dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê vê planê pêk tîne. 9 sal in di êrîşên topyekûn de ye. Dibêje em li dijî PKK’ê êrîş dikin. Belê, di serî de PKK’ê dike hedef, zext û tecrîda li Îmraliyê zêde dike, êrîşên li ser gerîla zêde dike, êrîşî hemû Kurdan dike. Ew xulamên hevkar bi vî rengî mil bi mil disekinin. Ti Kurdayetî û mirovatiya wan nemaye. Bi rastî jî PDK, Huda Par e; divê wisa neyên hesibandin. Lewma ev 9 sal in êrîşeke bi vî rengî tê kirin. Ev rêveberî vê pêk tîne. Dema mirov li tiştên ku ev 9 sal in hatiye kirin dinêre, helbet ev yek digihe wê encamê ku min li jor behs kir, ti guhertin çênebûye. Di rastiyê de sed salî girîng bû.
Di 100 saliyê de diviyabû lêpirsînek baş û hesabpirsîna rast a sedsalê bihata kirin. Serkeftin têne nîşandan. Bila were nîşandan, baş e, em tiştekî nabêjin, lê kêmahî û xeletiyên vî karî çi bûn? Tayyîp Erdogan tavilê mîkrofon girt û banga “Heyyy dinya” kir. Ez jî ji vir jê re dibêjim; Ka li hemberî Kemal Kiliçdaroglû digot “Li Dêrsimê qirkirin çêbû”. Komara ku dibêjin 100 saliya wê pîroz dikin, qirkirin kir. Wê nirxandina 100 saliyê bê kirin? Ma qirkirin tenê li Dêrsimê pêk hat? Na. Li Amedê, li Rihayê, li Çewlikê û li Serhedê pêk hatin. Ji Koçgiriyê destpê kir, li hemûyan qewimî. Ji ber vê ma wê arêja vê yekê nebe? Di vê mijarê de cîhanê sûcdar bikin, Îsraîlê sûcdar bikin. Pir xweş e, lê ger hûn pêşengê wan sûcan bin, wê demê hûn ê çi bibêjin?
Dibêjin Îsraîl Filistîniyan diqewitîne. Rast e, lê Tayyîp Erdogan jî digot, "Kurd tune ne." Digot “Eger kesek li welatê me xwe Kurd bibîne bila ji welatê me derkeve.” Alîkarekî wî jî hebû digot, “Bila herin dojehê.” Civaka Kurd van tiştan ji bîr dike? Ew ji bîr nake.
DIVÊ HESABÊ SED SALÊN DAWÎ LI SER HESABÊ HEZAR SALÎ BÊ KIRIN
Hesabek baş a sedsala borî divê li ser bingeha hesabê hezar salan be. Yanî hatina Tirkan a vê erdnîgariyê hezar sal e. Kurdan mêvanperwerî kirin ji wan re. Yê ku pêwendiya yekem bi eşîr û civakên Kurdan re datîne û leşkerên xwe dişîne nav Kurdan, Alpaslan bi xwe bû. Sultan Sencer têgeha Kurdistanê bi kar anî; Rêber Apo yekem car lêkolîn kir û anî ziman. Tirkên ku ji Asyaya Navîn qutbûn hatin, her tim pêşî dihatin Kurdistan û Erebîstanê. Xwe li wir kom kirin û ji wir ber bi Anadoluyê ve meşiyan. Dibêjin 'Me li Anatolyayê şer kir û ew kir welatê xwe', lê dema şer kirin xwe spartin kê? Wan xwe spart çi? Çima di dîrokê de ewqas înkarkirin heye? Niha rêzefîlmên dirokî çêkirine û dikin. Dîroka Tirkan bêyî Kurdan pênase dikin. Lê belê Kurd li ser van axan bi hezaran, deh hezar sal in gelê qedîm, civaka qedîm a vê erdnîgariyê ye. Yanî piştgirî ji Kurd û Ereban standin. Wan jî ji gelek civakên Xiristiyan piştgirî standin; Ji Ermeniyan, ji Suryaniyan... Ermeniyan piştgiriyeke mezin dan pêşketina pergala Osmaniyan. Welat û mirov xweş in, lê hûn çawa bûn xwedî vê yekê? Piştgiriyek çawa ji kê hat girtin? Îcar em çawa hatin Anatolyayê? Li Anadoluyê bingeha avakirina war çi bû? Împaratoriya Osmanî dema bû împaratorî pişta xwe dayê kê? Di çaryeka yekem a sedsala 16’an de çawa tevahiya Rojhilata Navîn girt? Niha dagirkeriya emperyalîst hatiye bîra wan û behsa wê dikin. Yên ku li dijî vê dagirkeriya emperyalîst şer kirin, Kurd bûn. Di kongreyên Erzirom û Sêwasê de hêza herî bi bandor Kurd in.
Mustefa Kemal xwe spartiye Kurdan. Hêza bibandor a parlamentoya ku li Enqereyê hat vekirin dîsa Kurd bûn. Ji ber vê yekê di meclîsê de înkara Kurdan tune bû. Piştre jî parlementoyek bi navê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê li Enqereyê jî nebû. Dema Komar ava bû, desthilatdariya dewletê desteser kirin; Piştî vê yekê, her kesê ku di rêxistineke bi vî rengî de piştgirî da wan, mîna ku sûc kiribe ceza kirin. Mirov matmayî dimîne. Hem li hundir hem jî li derve vê yekê kirin. Bi Çerkez Ethem destpê kirin, gerîlayên Anatolyayê gulebaran kirin. Di dawiyê de hemû generalên Osmanî û yên ku beşdarî şer bûn, ku artêşê ser piyan hiştin û şer kirin, tasfiye kirin. Lê belê yên ku welatê xwe diparêzin û hem li dijî Îngîlîzan û hem jî li dijî Fransiyan şer dikin, Kurd bûn. Her kes vê yekê dizane.
DÎROKA TIRKAN JÎ TÊ ÎNKARKIRIN
Piştî ku komar hat avakirin û hêza dewletê hat bidestxistin, di Makeqanûna 1924’an de danasîneke Tirk hat pêşxistin. Di makeqanûnên roja îro de jî hene. Wiha ye: Her kesên ku welatiyên dewleta Komara Tirkiyeyê ne, Tirk in. Wê demê Tirk kengê hene, li kuderê hene? Di nava sînorên dewleta Tirk de. Ji dervey wê Tirk nîn in ji xwe. Ji ber ne welatiyê dewleta Tirk e. Wê demê tişta bi navê cîhana Tirk nîne. Dewleta Tirk kengê hatiye avakirin? 29’ê Cotmeha 1923’an. Wê demê beriya 29’ê Cotmeha 1923’an Tirk nînin. Ji ber ku Dewleta Komara Tirkiyeyê nebû. Yanî niha bi gotina em ê Kurdan înkar bikin, gelên din înkar bikin dîroka Tirkan jî tê înkarkirin, çand û rastiya Tirkan jî tê înkarkirin. Ev înkarkirin gelek xerab û şaş e.
Ev muhasebeya sedsalê girîng e. Sedsal, di sedsala 19’emîn a pêşiya wê de jî ev pêvajo destpê kir. Lê bi pêvajoya beriya wê de, evane gumaneke bi kok nîşa dikin. Dibêjin, “Em ji Asyaya Navîn hatine. Em dewama Selçûkî û Osmaniyan e” lê têkîliyên Selçûkî-Kurd, Osmanî-Kurd çawa bûn? Îcar têkîliyên Komar-Kurd çawa bûn? Bi wan re heman e? Çima nayê lêpirsînkirin? Çima ev qas guhertina polîtîkayê çêbûye? Di zihniyeta Tirk a ku bi mantiqê dewlet netewê, mantiqê faşîst, mêtinger û qirker û bi dewleta Tirk re çêbûye de, divê teqez ev siyaset û zihniyeta mêtinger û qirker were şikandin. Tirkîtî jî bi vî rengî wê bi demokratîk bibe û xwe bibîne.
Çima pêdivî dibînin ku ev qas kesên din tune bihesibînin û qir bikin? Eger ji ber qelsbûnek neteweyî ya berê be, ev rewş jî hat derbaskirin. Lê ev sedsal bi rastî ne mîna salên berê ye. Sedsala facîa û behrek a xwînê ye. Divê komar were nirxandin. Divê tiştên afirandine, tevkarî kirine û pêş xistine werin dîtin, lê divê tiştên ku zirar jî dayînê werin dîtin. Hinekî rexnedayîn pêwîst e. Divê kêmasiyên xwe hinekî qebûl bike. Tayyîp Erdogan, Kiliçdaroglû sûcdar dikir. 22 sal in rêveberî ye. Bû rêveberê herî hemdirêj ê vê komarê. Rêveberê çarêkek a sedsalê. Ev zihniyet û siyaseta rêveberiyê pêk anî. Wê demê divê hesab bide. Xwediyê xeletî û şaşitiyan e, divê sererast bike. Lê eger mirov bi baldar be, nêzîkatiyek bi wî rengî qet xuya nake.
REWŞENBÎR DIVÊ LI DIJÎ BANDORA FERASETA FAŞÎST A LI SER CIVAKÊ TÊ BIKOŞIN
Faşîzma AKP-MHP’ê civak pir jehrî kir, serê wê şûşt. Dijminên Kurdan ên faşîst derxistin holê, li qadan li hev dicivîne. Wê civakê ji vê çawa xelas bibe? Rewşeke zor e. Wek Hîtler dikin. Civaka Elmanyayê ji bo ji Hîtler xelas bibe çi êş kişandin, çi bername pêk anîn, diyar e. Niha ew jî vê li ber çavên her kesî dikin. Rê li ber vê nehat girtin. Lê divê rewşenbîrên Tirkiyeyê, siyasetmedar, şoreşger, çepgir, sosyalîst, jin û ciwan, karker û kedkar vê rastiyê baş fam bikin. Şovenîzm pir zêde ye. Bombebaraneke faşîst a wisa heye ku mirov ji bin bandora wê nikarin derbikevin. Heta mirov ji vê xelas nebe, hişmendiya demokratîk çê nabe. Tevgera demokrasiyê geş nabe, civaka demokratîk çê nabe. Ji feraset û siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê çê bibe, gelek têkoşîn û perwerdehî divên.
Divê sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê vê baş bibînin. Rewşenbîr wek têkoşîneke mezin li ser vê bisekinin. Anku divê meydan ewqas ji faşîzma AKP-MHP’ê re nehata hiştin. Lê mixabin rewş wiha ye.
Me gelek hewil da ku guherîneke ji binî ve çê bibe, me hêvî hebû; pêk nehat. Pergala kûreyî sûcbar dikin lê me gelek caran vê feraseta û siyaseta faşîst anî ber xerabûn û têkçûnê; pergala kûreyî ew her parast, pê re bû piştgir. Dîsa ew diparêzin. Çimkî siûdê ji vê feraset û siyasetê digirin. Her kes siûdê jê wer digire. Mêtingeriya li Tirkiyeyê bi vî awayî dikin. Niha ya rast ku divê mirov tercih bike, ew e ku mirov bi nûbûn, demokratîkbûn, rexne û girtina rexneyan li xwe, destpêkeke nû, dest bi sedsala nû bike. Lê me nekarî vê bikin, di vê astê de em bi ser neketin. Di vê pêvajoyê de me nekarî vê pêk bînin. Ev kêmasî ye, Em vê dibînin, rexneyan li xwe dikin. Lê ji bo demokratîkbûnê em ji dil û can xebitîn. Barê têkoşîna li dijî faşîzma 12’ê Îlonê tevgera me da ser milên xwe, barê herî giran ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dîsa Kurd, tevgera PKK’ê hildigire. Di vê astê de tevkariya wan heye, divê vê bibînin.
Sedsala nû çi divê? Rast e ku me nekarî tiştekê wiha bikin lê faşîzm pir zeîf bû, teşhîr bû. Ji hundir û ji der ve teşhîr bû. Niha bi tenê ye. Got ku wê bikevin nava neteweyên hevdem, niha ji dinyayê tecrîdkirî ne. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ev anî vê rewşê. Anku feraset û siyaseta vê rêveberiyê neguhere, wê Tirkiye rû bi rûyê karesatên mezintir bibe. Divê her kes hesabê vê bike. Tevgera me dike. Me helwesta xwe jî diyar kir, nirxandina xwe jî dikin. Nêzîka me rexnekirin û rexnedayîn e lê divê her kes bike. Bi taybetî sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, siyasetmedarên Tirkiyeyê, rêxistinên jin û ciwanan tev bikin. Divê mirov zorê bide serweran ku ew jî bikin. Zor e bide yên ku bi awayên cuda di nava siyaseta dewletê de ne da ku ew jî bikin. Divê mirov vê feraset û siyasetê ji holê rabike. Faşîzmeke wisa ye ku dibêje yek ziman, netewe, dewlet û welat. Ev taybetiyên sereke yên faşîzma netewe dewletê ne. Erdogan faşîzmê bi vî awayî wek ku tiştekê mezin dibîne û îcar hinekên din wek faşîst sûcbar dike. Ewqas bêbîrewerî ye. Rêgezên te faşîzan in. Tu hê ji kê re dibêjî faşîst? Parastina faşîzmê dikî, Hatiye wê rewşê. Ya rast divê mirov vê nîşanê wî jî bide. Ku bû desthilatdara dewletê, ket vê rewşê; Tayyîp Erdoganekê wisa derket holê ku mirov wî nas nake. Wisa bûye ku jê re dibêjin rêvebirê cîhanê, mirovê dewletî, pesnê wî didin. Ên pesnê wî didin gelek in. Ev li wî jî tê. Ya rast xwe kiriye rewşa herî neyînî. Bi guherîneke wiha ya ji binî ve dest bi sedsala nû nebû lê wê ev pêvajoya zêde li ber xwe nede. Wê ev feraset û siyaseta faşîst xera bibe. Tiştên sed sal in nehatine kirin, Tirkiyeyeke demokratîk a nû, neteweya demokratîk, li ser esasê konfederalîzma demokrat wê di nava çend salan de çê bibin. Me bawerî û hêvî ev e. Li ser vî esasî em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.
PROJEYA PIRSGIRÊKA FILISTÎN-ÎSRAÎLÊ PÊ ÇARESER BIBE, PERGALA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E
Çendeyek berê Ermenî li Qerebaxê dihatin qetilkirin, niha heman rewş li Xezeyê ye. Lê hinek pir bi erzanî diaxivin. Her li berjewendiyên xwe difikirin. Tayyîp Erdogan li Stenbolê mîtîng kir, te digot qey mîtîna hilbijartina Şaredariya Stenbolê ye. Dibêje Xeze, Xeze, diayan dide xwendin lê hesabê li pişt, karkirina hilbijartina Stenbolê ye, mîtîng veguherand propagandaya hilbijartinê. Filistîniyan dikin bi qurbana xwe berjewendiya xwe, qetil dikin. Kî ku ji bo berjewendiyên xwe yên madî vê xwînê birijîne, bila Xwedê belaya wî bide. Ew ji vî zimanî çêtir fam dikin.
Nêzîkahiya me ne wisa ye. Tu nêzîkahiya me ji bo berjewendiyê nîn e. Di eniyên şer de em bi gelê Filistînê re bûn heval û hogir. Tevgera me herî pir bi berxwedana Filistînê re bûye piştgir, Kurd bûne piştgir. Ew jî bi me re pir bûn piştgir. Em heta bi hetayê parastina doza biheq a gelê Filistînê dikin. Ên dibêjin li Xezeyê qetlîam e, bila nehlet li qetlîamê. Dibêjin ku li ser navê gelê Filistînê tev digerin çiqas nûnertiya vî gelî dikin, çiqas li berjewendiya gel difikirin an bûne dûvikên hin berjewendiyên din; divê ev baş bên dîtin û jê baş bê famkirin.
Îsraîl li dijî sivîlan her tiştî dike. Ev perçeyekê şerê Cîhanê yê Sisêyan a ku nêzîkê 30 sal in li Rojhilata Navîn berdewam e. Çareserî, xeta netewe û konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo ye. Rêber Apo jixwe projeya ku wê pê pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê jî çareser bibe, diyar kir. Wî bixwe got. Em alîgirê vê ne. Helwesta me ev e. Em li dijî feraset û îdeolojiyên wiha ne ku bi olperestî û neteweperestiyê bi hev dikevin. Bi siyaset gelê Filistînê dikin bi qurbana berjewendiyan. Em li dijî vî şerê ji bo berjewendiyê ne. Demokrat û sosyalîstên Cihû jî ji vî awayî ve rexneyan li rêveberiya Netanyahû digirin. Em bi têkoşîna wan re jî piştgir in, bi doza bi biheq a gelê Filistînê re jî. Gelê Filistînê û gelê Cihû yê Îsraîlê, kedkarên wan, ne bi du dewletên netewe yên ji hev cuda û jehra olperestî û neteweperestiyê, lê li ser xeta netewe û konfederalîzma demokratîk pêşbîniya jiyana bi hev re bikira, ji xwe re bikira esas, feraset û siyaseteke wiha geş bibûya wê rê li ber pevçûnan bihata girtin.
ERDOGAN DIYAR KIR KU EW RÊVEBIRÊ HAMASÊ YE
1’ê Cotmehê li Enqereyê çalakî çê bû, dewleta Tirk hejiya; 4’ê Cotmehê li Rojava, li ser esasê ragihandina qirkirinê ji aliyê Hakan Fîdan ve, êrîş hatin kirin. Bertek li dijî vê çê dibûn. Ji bo rê li ber bigire, AKP-MHP’ê dest vê edebiyata Filistînê kir. Anku ketin hewila guhertina rojevê û veşartina rastiyê ji raya Tirkiyeyê. Pêşîn divê mirov vê bibîne. Wê çapemeniya dewletê, bi destên MÎT’ê, çapemeniya ji aliyê navenda şerê taybet ve tê birêvebirin, rastiyan berovajî dike. Şerekê derûnî tê kirin. Divê kes lê nenihêre, nebe navgîn ji wan re. Mîtînga Tayyîp Erdogan jî wisa bû. Kir wek mîtînga hilbijartinê. Derket holê ku bazariyeke wiha dike: ‘’Hûn ji YPG’ê re bibêjin terorîst, ez jî ji Hamasê re bibêjim terorîst.’’ Bi eşkerehî got. Da zanîn ku ew rêvebirê Hamasê ye. Bi mîtîngê diyar bû ku kî şerê 7’ê Cotmehê daye destpêkirin. Tayyîp Erdogan bixwe li xwe girt.Wek serfermandarê şer axivî. Ji wê boneyê divê mirov bi van tiştên şerê derûnî nexape.
Xusûsa duduyan, niqaş her li gor encamê tên kirin. Çima kes nade ber pirsan? Bo mînak; dibêjin: ‘’Xwîn dirije, bila bisekine, agirbest bê ragihandin, çima niha kes nabêje bila agirbest e.’’ Qîreqîra Tayyîp Erdogan bû, digot: ‘’Çima agirbest çê nabe.’’ Cihê ku bibêje ‘’Çima agirbest çê nabe’’ çima nabêje Hamasê bi ser nakeve? Şer daye destpêkirin, zanî ku bi ser nakeve? Li xelaskirina Hamasê digere? Wê ji mirov re wisa bibêjin.
Tim encamê derdixin pêş. Tiştên mirovî, erê ew jî giring in, em ji wê boneyê tiştekî nabêjin lê divê mirov sedeman jî bibîne. Sedem neyên dîtin û ji holê neyên rakirin, wê encam sererast nebe. Ji wê awayî ve nêzîkahiyên pir di ser re yên li gor encamê çê bûn, nirxandin hatin kirin. Ev ne pir rast bûn. Aliyekê xwe yê dîrokî jî heye. 75 sal in Filistînî tên qetilkirin. Em li dijî vê qirkirinê ne û bi mafên rewa yên gelê Filistînê re ne. Lê Cihû jî ji berê ve pir hatine qetilkirin. Jiyan û rêveberiyeke demokratîk li welatê xwe, mafê wan e jî. Em li dijî qetlîamên li dijî Cihûyan e jî. Ji vî awayî ve aliyên xwe yên dîrokî hene. Têkiliya xwe bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re ku zêdeyê 30 salan e berdewam e, heye. Lê ev hatine diyarkirin, ez dubare nakim. Lê wek siyaseta îdeolojîk û rojane jî tiştên giring hene. Pevçûna îdeolojîk, pevçûna aliyên ji heman îdeolojiyê. Mirov xwe ji vê feraseta îdeolojîk a olperest û neteweperest rizgar neke, di fikirê de demokratîkbûn çê nebe û wê ev pevçûn her hebe. Çareserî çê nabe. Ev giring e.
Bi siyaseta rojane jî hinekên niqaşan dikin bala mirov dibin serx xwe. Rêyên bazirganiyê… Piştî danxuyakirina rêya enerjiyê ku ji Hindistanê, Sûriye, Îsraîlê, ji Kibrisê derbasê Yewnanistanê dibe, ev tişt çê bûn. Ev jî giring e. Divê mirov sedema wê baş bide ber pirsan. Çînê bi rêya Rûsya, Ûkraynayê dixwest têkiliyê bi Ewropayê re deyne; bi şerê Ûkraynayê ev pûç kirin. Tirkiye jî tev lê bû, pê xweş bû. Rêveberiya Tayyîp Erdogan, ji bo cardin Rêya Hevrîşimê bi karîger bike çiqas hewil dabe jî, dawiyê rêya li başûr hat eşkerekirin. Dewletan li hev kir. Tirkiye ji ber feraset û siyaseta Tayyîp Erdogan hat biwêdekirin. Ji derveyê vê rêyê ma. Kirin ku Rêya Hevrîşimê wek berê karîger nebe. Çima? Bawerî pê nayê, aramî nîn e, şer heye. Dinyayê ev feraset û siyaset qebûl nekir. Dewletan, sermayeyê jî ji bo berjewendiya xwe nedît. Yên pesin didin, dibêjin: ‘’Cihê ku Tayyîp Erdogan Tirkiye aniye’’, Erdogan Tirkiye ber bi felaketê ve bir, kir ku bi tenê bimîne. Di encama wê de jî rabû, got: ‘’Ez ê peşkê lê bixim, ez ê van pûç bikim.’’ AKP, rêveberiya Tayyîp Erdogan kir ku şerê Qerebaxê çê bibe. Dikeve hewila vekirina rêyekê ku ji Asyaya Navîn tê û ji Tirkiyeyê derbas dibe, vebike. Ji wê boneyê Azerbaycan Qerebax xist bin destên xwe. Niha dixwaze Tengava Zengezorê jî bigire, Ermenistanê yekcar teng bike, Ermenistan û İranê dehf bide û bi xwe ve girê bide. Ew jî tê koşiyan, wan fersend neda. Ê şer li wê derê bi rê ve bir ew bû. Şerê Hamasê jî wiha da destpêkirin. Hamasê çima 5 hezar fuze bi carekê berdan? Ev 7’ê Cotmehê kir. Dema wê çawa, çima bû, kî araste kir; divê mirov li wê binihêre. Erdogan bi eşkerehî got: ‘’Em nahêlin.’’ Ya wê ji me derbas bibe, ya jî ji xeynê wê em rê nadin.’’Bi dagirkirinê li Qerebaxê dixwaze rê vebike; li ser xeta Îsraîlê, li ser xeta Filistînê jî biryar daye, dixwaze peşkê lê bixe. Hewildaneke provokasyonê çê bû. Têkoşîneke wiha li vir heye. Ên li ser rêyê li hev kir, dixwest rêyê paqij bikin, Tirkiye, rêveberiya AKP’ê ku ji derveyê rêyê ma, xwest peşkê li vê projeya rêyê bixe. Ji wê boneyê rê bi ber Hamasê xist. Gelek derdor bi Hamasê re dibin piştgir, Îran jî dibe piştgir. Ev ne veşarî ne. Lê di vê Êrîşa dawîn de teqez pêçiya Tayyîp Erdogan heye. Tayyîp Erdogan rê bi ber Hamasê xist. Çawa berê DAÎŞ’ê ku diçe Şamê, 15’ê Îlona 2014’an da Kobanê ji bo êrîş bike, niha Hamas bera Îsraîlê da û bi vî awayî kir ku şer çê bibe. Ji bo peşkê li wê derê bixe, wê derê jî bike cihekê ne aram, xwedêgiravî ji bo rêye di ser xwe re derbas bike vê dike. Şerekê wiha yê ji bo rê heye.
DI ERÎŞA HAMASÊ DE HERÎ PIR PÊÇIYA TAYYÎP ERDOGAN HEYE
Wê encamê jê bigire ya na nizanim lê ev şer şerê çi ye? Kî vî şerî dike, divê mirov bizane. Tayyîp Erdogan diqilqile. Çima diqilqile? Sûcê wî derdikeve holê. Di vê êrîşê de herî pir pêçiya wî heye. Dibe ku bi vî awayî hatibe xapandin jî. Anku dibe rê bi ber wî jî xistibin. Dibe ku hin hêzan pê dabe xuyakirin ku dikare vê bi rehetî bike. Berpêbûn ku bi temamî ber bi Hamasê ve, Tayyîp Erdogan niha dikeve hewila parastina Hamasê. Pêşiyê xwest bi Hamasê peşkê lê bixe. Dît ku hesab cuda derketin; Hamasê wê vê carê qels bibe, bê qedandin, dikeve hewila parastina wê.
Divê mirov wiha bifikire. Rêveberiya Sedam Huseyîn ku 2’yê Tebaxa sala 1990’î êrîş bi ser Quweytê, qey haya CIA û MOSSAD’ê jê nîn bû? Wan çi dikir? Çima rê li ber negirt? Ji ber ku nexwest rê li ber bigirin. Çima? Sedam ku êrîş bir ser Quweytê, Emerîkayê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn da destpêkirin. 150 hezar leşker anîn Rojhilata Navîn. Ev kar wiha ye.
Bo mînak, 11’ê Îlona sala 2001’ê ku êrîş li Bircên Cêwî hat kirin, -Emerîka bi avabûna El Qaîdeyê re bû piştgir – qey haya CIA, MOSSAD’ê jê nîn bû? Çima ber lê negirt? Di encama vê de ketin Efxanistan û Bexdayê. Bi leşkerî dagir kir. Nexwe dixwest ku siûdê jê wer bigirin. Ev berpêbûn ku dîtin, pê re bûn piştgir. Bo mînak, gava hewila derbeya 15’ê Tîrmeha sala 2016’an çê bû qey CIA, MÎT radizan? Hakan Fîdan ku niha meydanê ji Kurdan re dixwaze, wek misteşarekê MÎT’ê di xew de bû qey? Ne di xew de bû, çima di serî de rê ber li negirt? Çimkî bi wê Tayyîp Erdogan xist bin destên xwe, bi hêz kir; 40 roj bi şûn de, 26’ê Tebaxa sala 2016’an di ser Cerablûsê re dest bi dagirkirina Sûriyeyê, di ser Çelê re bi armanca dagirkirinê li Iraqê dest bi êrîşan kir. Gava ev êrîş dest pê bû, Biden jî, Mesûd Barzanî li Enqereyê bûn. Gotin erê. Ne wiha bûya, ne ji vê hewila derbeyê bûya, hêza Tayyîp Erdogan pê meclisê bypass bike bi dest nexista, wê nekariya ev bikira.
ERDOGAN BI ÊRÎŞA HAMASÊ QENCÎ BI NETANYAHÛ KIR
Tayyîp Erdogan jî dizane; di bin Xezeyê de çiqas tûnel û wd. hene. Artêşa Îsraîlê jî vê eşkere dike. Lê ji bo êrîşa bi pênc hezar bide kirin, bo mînak, qey MOSSAD radiza? Çima rê li ber negirt? Mirov nebêje ku wê kiriye lê qet nebe hêviya wergirtina siûdekê jê kir. Piştî hewila derbeyê ya 15’ê Tîrmehê, Tayyîp Erdogan got çi? Got: ‘’Ev, dana xwedê ya ku daye min.’’ Ev ji bo Netanyahû jî bû ‘’Dana Xwedê.’’ Ya rast ev ne dana Xwedê lê dana Tayyîp Erdogan bû ku da, ev gola xwînê derket holê. Niha ku hesabê malê û çarşiyê li hev nehat, vê carê hewil dide ku Tirkiyeyê biavêje nava agir. Ew maye ku Tirkiye û dinya tev pev biçin. Tiştên dawîn ku gotin çi bûn? Ya esas ev e. Ji lew ma divê mirov sedema wê baş bide ber pirsan.
Hamas, tevgereke Birayên Misliman e. Bo mînak Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hat gotin. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ya rast projeya serweriyê bû Birayên Misliman bibin. Tayyîp Erdogan got çi? Got: ‘’Hevserokê vê projeyê me.’’ AKP, Huda Par, Qatar, Mursî, OSO… Li Tûnûsê AKP heye. Ev tev tevgera Birayên Misliman e ku jê re Îxwanî Muslîmîn tê gotin. Tevgerek in. Tev yek in. Tayyîp Erdogan jî di rêvebirina vê de ye. Mirov têkiliyên Hamasê bi Îranê re bibîne, nabe ku mirov têkiliyên wê bi Tayyîp Erdogan re nebîne. Tayyîp Erdogan dibe ku di nava rêvebiran de be. Di vê êrîşê de yê pêçiya wî herî pir tê de ye, ew e ku e ku ev pêvajoya pevçûna daye destpêkirin. Ji bo xerakirina vê rêyê, Îsraîl, Emerîka û yên din li hêviyê bûn ku fersend bi dest bikeve. Çawa ku li Sedam hat kirin, dibe ku wan gotibe ku wê dengê xwe nekin û rê bi Tayyîp Erdogan jî xistibe. Heye ku Tayyîp Erdogan ji bo pêşkê lê bixe Hamas tevgerand, ew jî gihîştin dana Xwedê.
Niha dibêjin ku wê Hamasê biqedînin. Ji bo qedandina Hamasê jî dixwazin Xezeyê biqedînin. Qetlîamê li Xezeyê dikin. Bi kîjan feraset û siyasetê xelkê Xezeyê kirin qurban? Rolê Hamasê di vê de çi ye? Rolê Birayên Misliman çi ye, rolê Tayyîp Erdogan çi ye? Divê mirov vê bibîne. Niha ditirse ku wê ev derbikeve holê. Pêşiyê hinek vedişart, paşê dît ku nabe li Hamasê bû xwedî. Niha jî bi hemû hêza xwe dibêje: ‘’Divê agirbest çê bibe’’. Anku bi rêya tiştên mirovî dixwaze agirbest çê bibe ku Hamasê xelas bike. Rewş bi teqezî wiha ye.
EV PLANA RÊYEKÊ YE, WÊ DOR WERE QIBRIS Û TIRKIYEYÊ JÎ
Ev wê biçe kû derê? Ev planek e. Ev yek bi plana rê ve girêdayî ye. Li vir çend nirxandin hene; Eger bi ser bikeve dê rê bê vekirin û astengiyên li pêşiya wî bên rakirin. Ger plana rê bi têkoşînê neyê astengkirin, sabotaj bi ser nekeve, wê demê wê plana rê bi ser bikeve. Ji Îsraîl dest pê bike, Libnan, Sûriye û heta Iraq jî wê li gorî wê were dizyankirin û birêxistinkirin. Wê ewlekariya rê bê girtin. Di vê çerçoveyê de wê bibin parçe, an jî dê xizmetkarê vê rêyê bin. Wê demê dor tê Qibris û Tirkiyê.
Dema ku Gunerî Civaoglû di destpêka sala 1990’î de bi Rêber Apo re hevpeyvîn dikir, rewşa Hafiz Esad û Sedam Huseyîn pirsî; Wê çi were serê wan? Rêber Apo wiha bersiv da; “Ji bo Hafiz erêkirin heye. Lê ji bo Saddam bûyer heye." Niha dixuye ku erêkirina Îranê heye û ji bo Tirkiyê jî bûyer heye. Ger Tirkiye ji zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cimhûrê rizgar nebe, bi qasî dixwaze bila biqîre û bike hewar jî, sîstema ku di nav de ne wê Tirkiyeyê bixe ser maseya ameliyetê. Eger bi vê zihniyetê bidomin wê Tirkiye zirarê bibîne, Qibrisê jî winda bike û parçebûn jî derkeve pêş. Ez dixwazim li vir vê îfade bikim. Piştî demekê rasterast dor tê Tirkiyeyê. Ji xwe hatiye. Lê dema ku em dibêjin Tirkiyeyê, em qala zîhniyeta AKP, MHP’ê dikin. Ev zîhniyet vê rewşê diafirîne.
Tirkiyeya demokratîkbûyî, Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser bike, teqez nayê rewşeke wiha. Di vî warî de gel, kedkar, jin û ciwan xwedî roleke mezin in. Rolek xurt dikeve ser hêzên demokrat û sosyalîst. Ne gelê Filistînê û ne jî gelê cihû dikare ji vê rewşê derkeve û ne jî mirovahî dikare tenê li gorî encamên pevçûnan têkoşînek wiha rast bide meşandin. Divê li dijî vê nakokiya berjewendiyan bê derkeetin, li dijî talana emperyalîst bê derketin. Divê gelê Filistîn, demokratên cihû, gel û hemû gelên cîhanê, jin, ciwan û bindestan li dijî vê derkevin. Ez vê bangê dikim. Em dikarin bibêjin ku divê dewlet hinekî demokrat û hesas bin. Lê mantiqa sîstema desthilatdarî û dewletê diyar e. Divê em li dijî wan têbikoşin. Hewce dike ku têkoşînek bi bandortir were meşandin. Eve çiye? Pêşxistina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, pêşxistina neteweya demokratîk û xeta konfederalîzma demokratîk e. Tenê çareserî ev e. Ger ev zîhniyet û polîtîka neyê guhertin û li ser vê bingehê têkoşîn neyê dayîn, em ê zêdetir bi qirkirin û xwînrijandinê re rû bi rû bimînin. Di vî warî de ez hem êşa gelê Filistînê hem jî gelê Cihû parve dikim. Min weke şervanekî Filistînî her tim doza gelê Filistînê parastiye û dê biparêzim. Lê Cihû û xebatkarên gelê cihû jî xwedî sedemên rast in. Helbet bi şertê ku li ser xeta rast bin û xwedî nêzîkatiyeke demokratîk bin em ê bi wan re tevbigerin. Ji ber vê yekê divê pêşî gelên Filistînî û cihû, sosyalîst, şoreşger û demokrat di nav xwe de pirsgirêkê çareser bikin. Divê mirovahî û derdorên demokratîk jî piştgiriyê bidin vê. Ji ber vê yekê ev rewşek stratejîk a bi bandor e. Yanî cîhanek nû, cîhanek nû ya alternatîf. Li dijî vê desthilatdarî û pergala dewletparêz divê cîhanek alternatîf li ser vê bingehê bê pêşxistin. Naxwe, ev pirsgirêk dê bi şêwayên cuda xizmeta berjewendiya hin derdoran bike û ev pirsgirêk dê çareser nebe, ne jî nêzîkatiyeke rast a mirovî dikare were kirin.
DIVÊ CIWANÊN KURD TEORIYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BAŞ LI KONFERANSÊ NÎQAŞ BIKIN
Li Tirkiyeyê Tevgera Ciwanan li Aydinê hebû. Li dijî nêzîkatiyên faşîzma AKP-MHP’ê û polîtîkayên wan ên ku xizmetê ji ciwanan re nakin, piştî ciwanekî di asansorê de jiyana xwe ji dest da, tevgerek çêbû. Ev bi rastî girîng e.
Hat gotin ku Konferansa Ciwanên Cîhanê dibe ku ya yekemîn e pêk tê ew jî girîng e. Beriya her tiştî ez ciwanên ku pêşengî kirin silav dikim û serkeftinê dixwazim.
Ez dikarim bang li ciwanên Kurd bikim. Divê bi awayekî aktîf beşdar bibin û xwe tenê nebînin. Divê guh bidin hevrêyên xwe û hewl bidin wan fêm bikin. Lê divê Rêber Apo, tevgera azadiya Kurd, xeta me ya azadiya jinê, teoriya modernîteya demokratîk baş bînin konferansê, baş nîqaş bikin û nûnertiya wan bikin. Ji ber ku paşeroj ciwan in. Paşeroj di xeta modernîteya demokratîk de ye. Ji ber vê yekê, ciwanên ku wê siberojê biafirînin, wê bi qasî ku paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo bi pêş xistî fêhm bikin û pêk bînin, wê siberojeke azad û demokratîk ji xwe re biafirînin û li ser wê bingehê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.
Rêber Apo got, "Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin." Li ser bingeha vê dirûşmeyê erkê ciwanên Kurd e ku ji bo gihandina ciwanên cîhanê ber bi hişmendî, berpirsyarî û rêxistineke ku paşeroja wan bi hêztir diparêze bixebitin. Ji ber ku yên rastiya Rêbertiyê beriya hemû ciwanan dîtin û hîn bûn ew bûn. Em hêvî dikin û bawer in ku ew ê baş nûnertî bikin. Ev dê bibe destpêkek girîng. Bersiva şerên mîna yên li Xezeyê û cihên bi vî rengî wê bi ciwanên bi zanebûn û li ser vê bingehê birêxistinkirî bin, siberojê bixin bin kontrola xwe û li ser xeta azadî û demokrasiyê paşeroj biafirînin. Li ser vê bingehê careke din we silav dikim û serketinê dixwazim."