Sendîkaya Rojnamevanan a Iraqê li aqûbeta rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed pirsî

Sendîkaya Rojnamevanan a Iraqê li aqûbeta rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed pirsî ku li Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve hate revandin.

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed roja 25ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ji wê demê ve agahî jê nayê girtin.

Di derbarê revandina rojnamevan Silêman Mihemed de, yek ji berpirsên Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê Dr Erade Ciburî ji Rojnews re axivî û got: “Em revandina rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed ku edîtorê beşa Erebî ya Rojnews’ê ye şermezar dikîn. Em daxwaz ji aliyên peywendîdar dikîn ku çarenûsa wî eşkere bikin.”

Dr Erade Ciburî diyarkir ku hewildanên bêdengkirin û revandina rojnamevanan li Hewlêr û deriyên sinorî yên di jêr kontrola PDK’ê de ne, zêde bûne. Ciburî got, revandina Silêman Mihemed sîstematîk û ne yasayiye.