YRK'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YRK'ê nasnameya gerîlayekî xwe yê li Asosê şehîd bû, eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî şehadeta gerîlayekî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 28’ê Îlona 2022'an de, hevrêyê me Egîd Çemezî, dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bû û dixwestin li herêma Asosê Ava Zê ya Biçûk derbas bike, bi felaketeke xwezayî re rû bi rû hat û di nava avê de şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Egîd Çemezî bi vî rengî ye:

Nav paşnav: Rehîm Xûlamî
Kod: Egîd Çemezî
Cih û Dîroka tevlîbûnê: 1-1-2019- ÎLAM  
Cih û Dîroka Şehadetê: 18-9-2022 Asos 

Hevrêyê me Egîd Çemezî yek ji ewladên Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Îlamê, ji eşîra Melek Şahî bû. Bi berxwedana efsûnî ya Rojavayê Kurdistanê bandor bû û tevgera azadiyê nas kir. Ew jî mîna her ewladekî Kurdistanê kete nava lêgerîna ber bi jiyana azad ve. Di sala 2019’an de êdî lêgerîn ji bo wî têr nekir û berê xwe da nava refên gerîla heta ku ji nêz ve ji bo azadiyê têkoşîn bide meşandin.

Ji roja beşdarbûna xwe, heta kêliya ku digihêje şehadetê jî, her bi ked û fedakariya xwe ya ji bo tevger û hevrêyên xwe, dihate naskirin. Hevrêyê me Egîd çanda kevnar a herêma Îlam, bi zanebûneke mezin li ser fikir û îdeolojiya Rêber APO dike yek û her û her mezin dike. 

Li her cihê lê kar û xebat da meşandin bê dudilî heta dawî ji bo berjewendiyê tevgera xwe û ji bo Rêber Apo her tişta ku ji destên xwe hat, heta dawî kir. Bi vî rengî tevlîbûn ji bo xwe mîna erk û berpisyartiyeke mezin dît.

Di dema xwe ya gerîla de bi hevaltiya xwe ya paqij û samîmî û bi keda ku di jiyanê de raber kir, bû mînakekî hevrêtiyê di nava refên me yê gerîla de. Li ser fikir û ramanên Rêber Apo her tim xwe perwerde kir, li ser wê bîr û baweriyê tevlî bû. Hevalê me Egîd xwedî wê taybetmendiyê bû dema ku dikir wate li jiyana xwe bar dikir. Bi van taybetmendiyan re xwe kir hevrêyekî rast yê xeta Rêber APO.

Wek yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan, em ji malabata hevrêyê xwe ya hêja, ji herêma Îlam û ji hemî gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û careke din didin diyarkirin ku em ê heta dawî bibin layiqî ked û tevlîbûna hevrêyê xwe yê şehîd. Careke din em soza xwe ya ji bo welat û rêbertiyeke azad dubare dikin û heta dawî li ser rêbaz û rêya van qehremanan em ê tekoşîna xwe her mezin û dewam bikin."