Şehîd Fermandar Karakoçan li Mexmûrê hate bîranîn

Fermandarê YPG'ê Rojhat Karakoçan (Memet Gurbuz) li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn.

Fermandarê YPG’ê Rojhat Karakoçan (Mehmet Gurbuz) ku di 16’yê Îlona 2022’an de, di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li Eyn Îsayê de bi rêhevalê xwe Dogan Amanos (Mehmet Akyol) re şehîd bibûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bi bîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna dehan welatiyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser jiyan û kesayeta Şehîd Rojhat, Mamoste Hisên Kara axivî.

Kara di sestpêka axaftinên xwe de bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, tevahî cangoriyên Rojavayê Kurdistanê bi minetdarî bi bîranî û wiha got: “Îro rojek bi nirx e. Çeteyên DAIŞ’ê ji Bexda heta Reqayê, êrişên xwe li ser tevahî mirovahiyê berfireh kirin û xwestin taybet Kurdan tune bikin. Serkêşiya wan çeteyan jî Erdogan dikir. Heta niha jî serkêşê wan Erdogan e. PKK’ê tevahî gerîlayên xwe şandin Rojava, Şengal, Kerkûk, Mexmûr û gerîla li her derê kete di nav şer de. Gerîlayan mirovahî parast. Yek ji wan gerîlayên leheng, Rojhat Karakoçan jî berê xwe da Mexmûrê û ji bo parastina vê gelê, li dijî DAIŞ’ê şer kir. Li vir birîndar bû. Bi wê birîndariyê, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Mirovahî bi saya van lehengan dikare jiyan bike. Wê demê Mala Barzanî xwe avêt ber lingê PKK’ê û xwest ku gerîla di nava Hewlêrê re derbas bibin da ku gel ji gerîla hêz bigire û nereve. Lê hûn dibînin, niha çawa nêzî PKK’ê dibin. Fermandar Rojhat li Rojavayê Kurdistanê di endama êrişên balafirên bê mirov de, şehîd bû. Em di kesayeta wî de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Rojhat Karakoçan hatî amadekirin hat temaşekirin.

Bernameya bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.