Çawişê pispor ê tacîzkar serbest hat berdan

Çawişê pispor ê Tirk Eyûb K. yê ku li Nisêbînê tacîz li 4 zarokan kiribû, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Duyemîn rûniştina doza ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çawişê pispor Eyûb K. ji ber sûcên "Bi xapandinê bi armanca zayendî zarokê ji azadiyê bêpar hiştiye” û "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Çawişê pispor ê bersûc bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) ji girtîgeha ku lê tê girtin beşdarî daneşînê bû. Malbat û parêzerên bersûc li salona dadgehê amade bûn.

Rûniştin bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzerên Komeleya Azadiyê (OHD) Şaxa Mêrdînê û Baroya Mêrdînê Navenda Mafên Zarokan daxwaza beşdarbûna dozê kirin. Piştre parêzeran mafê axaftinê girtin û xwestin kiryar bi berdewamkirina girtinê bê cezakirin.

FERMANDAR JI TACÎZKARAN HEZ DIKE!

Parêzerê tacîzkar siwarkirina zarokan a li maşîneyê ji rêzê dît û der barê sûcdar de jî got: "Ew kesek e ku ji aliyê fermandarên xwe ve tê hezkirin."

Heyeta dadgehê ku di rûniştinê de biryara xwe ya navber neda, daxwazên OHD û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê ya ji bo tevlêbûna dozê red kir û biryara berdana kiryar bi şertê kontrola edlî da. Rûniştin taloqî 1’ê Sibata 2024’an hat kirin.