Li Qendîlê jina ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî kirin

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de 10'ê Cotmehê destpê kir, li gundekî quntarê Qendîlê daxuyaniyek hate dayin.

Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê di çarçoveya pêngava 10'ê Cotmehê de bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad a Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyek da.

Daxuyanî li gundê Aliye Reşe ji aliyê endama Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê Kenar Huseyîn ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Apo 25 sal in di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de ye. Nêzî 3 sal in agahî jê nayê wergirtin. Dewleta Tirk a faşîst nahêle ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin."

Di daxuyaniyê de işaret bi pêngava 10'ê Cotmehê hate kirin û hate gotin, "Weke Meclîsa Jinê ya Binarê Qendîlê em tevlî vê kampanyayê dibin. Her wiha bang li jinan hemûyan dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin."