Nasnameyên şehîdên operasyona şoreşgerî hatin eşkerekirin

HPG'ê nasnameya şehîdên operasyona şoreşgerî eşkere kir û got, "Hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku fedaîbûn kirin şêwazê jiyanê, her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên di operasyona şoreşgerî ya li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de şehîd bûne ev agahî da:

“Di daxuyaniya me ya 21’ê Mijdara 2023’yan de; Me diyar kir ku di 20’ê Mijdarê de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke şoreşgerî ya berfireh hatiye lidarxistin û di vê pêngava şoreşgerî de 49 dagirker hatine cezakirin, bi dehan çeper û konên dijmin hatine rûxandin. Di daxuyaniya xwe de me agahî bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve kir ku hevrêyên me Ciwan û Andok ku pêşengiya vê operasyona şoreşgerî kirin, bi awayekî fedaî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyê me Botan ê ku pêşengiya vê operasyona şoreşgerî kir jî di pevçûnan de bi giranî birîndar bû û tevî hemû mudaxeleyên hevrêyên wî nekarî rizgar bibe û şehîd bû.

Hevrêyên me yên bi rûmet, milîtanên Apoyî, cangoriyên xeta fedaî ya bê hempa Ciwan, Andok û Botan bi operasyona şoreşgerî ya serkeftî yek ji derbên herî giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girtin. Hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku fedaîbûnê kirin rêgeza jiyanê, her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin. Ev hevrêyên me yên ku bi operasyona şoreşgerî ya dawî ku pêk anîn re hêza gerîla nîşanî dost û dijminan dan, têkoşîna xwe di lûtkeyê de bi ser xistin, ji bo me ku li pey wan man, jî bûn fermana hîn bêhtir têkoşînê.

Em soz didin ku em ê li ser rêya hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku beriya salvegera damezrandina PKK'ê bi fedaîtî li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûn, bê dudilî bimeşin û em ê teqez armancên wan bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re bi taybetî ji malbatên wan ên hêja re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me bi vî rengî ne:

Nasnav: Ciwan Welat

Nav paşnav: Fatîh Bulut

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-bav: Medîne- Alî

Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

 

Nasnav: Andok Adil

Nav paşnav: Ramazan Bîlal

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-bav: Esmahan- Fevzî

Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

 

Nasnav: Botan Raperîn

Nav paşnav:Saît Songulalp

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-bav: Halîse – Emrullah

Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

CİWAN WELAT

Hevrêyê me Ciwan Welat li navçeya Qoserê ku bi welatparêziya xwe ya qedîm navê xwe li tevahiya Kurdistanê belav kir û bi Ferhat Kurtayan destpê kir di têkoşîna azadiyê de bi sedan ewladên xwe yên leheng şehîd dan, çavên xwe li jiyanê vekir. Hevrêyê me Ciwan di navendeke girîng a welatparêziyê de mezin bû, hestên welatparêzî yên xurt û hişmendiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi dest xist. Xwişk, ap, kurê mamê hevrê Ciwan û gelek xizmên wî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn. Hevrêyê me Ciwan ku 11 salan xwend, piştre ji dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger, qirker derket. Hevrêyê me Ciwan ê ku li metropolan weke karker dixebitî, hem diyardeya kedê nas kir, hem jî bû şahid ku keda karkeran çawa tê îstismarkirin.

Hevrêyê me Ciwan ku xwedî hestên netewî ye, dema ku hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê Kurd li Rojava dît, êş di dilê xwe de hîs kir. Di sala 2014’an de ji bo ku li hemberî êş û azarên gelê Kurd ên bindest bêdeng nemîne, weke Kurdekî birûmet ji bo berpirsyariya xwe bi cih bîne û zilma çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gelê me bi dawî bike, di sala 2014’an de tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû.

Hevrêyê me Ciwan bi hestên xwe ya xurt a welatparêzî, hezkirina welat û bi enerjiya ciwantiyê re di têkoşîna parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de cih girt. Bi cesareta xwe ya bilind, bi tevlîbûna xwe ya bê dudilî û dilsoziya xwe ya ji bo azadiya gelê me, ji çeperek derbasî çepera din dibû. Di nava tîmên gerok û tabûran de cihê xwe girt. Di gelek pêngavên azadkirinê de cih girt. Bêy ku nefes bigire û raweste li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me Ciwan bû milîtanekî Apoyî ku di pratîkê de pijiya û xwe bi ked û şer afirand. Di şerê giran de du caran birîndar bû, lê zû baş bû û vegeriya ser erka xwe. Hevrêyê me Ciwan bi zekaya xwe ya taktîkî û eleqeya xwe ya bi hunera leşkerî re yek bi yek hêza fermandariyê bi dest xist. Bi zanebûna ku gerîlatiya modernîteya demokratîk profesyonelbûnê dixwaze, xwe perwerde kir û di taktîkên sabotajê de pispor bû. Di çalakiyên ku bi vê taktîkê pêşxist de derbên giran li çeteyan xist.

Hevrêyê me Ciwan bi kesayeta xwe ya netewîbûyî, li her cihê ku ji bo Kurd û Kurdistanê erk hebû, xwe berpirsyar didît. Kurdistanê hemû yek girt dest û ji bo parastina wê kedeke mezin da. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têk çû, ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê vala derxe, berê xwe da çiyayan. Her çendî bi salan bi bedelên mezin li ber xwe dabe jî, xeyala herî mezin a hevrêyê me Ciwan ew bû ku li çiyayên Kurdistanê bi cil û bergên gerîla şer bike. Ji bo van xeyal û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne derbasî qadên Parastina Medyayê bû. Bi hişmendiya ku azadiya Kurdistanê bi tevlîbûnek ji rêzê pêk nayê, bi têkoşîna li ser xeta fedaîbûnê pêkan e, tevdigeriya û di qada perwerdeyê de cih girt. Li ser bingeha projeya jinûve avakirinê ya li çiyayên Kurdistanê, hevrêyê me Ciwan ku xwe di xeta Zîlanan de tevlî nava qada perwerdehiyê kir, asteke gelekî xurt bi dest xist. Hevrêyê me zanebûn û tecrûbeya mezin a ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi dest xistiye bi hevrêyên xwe re parve kir  û di heman demê de xwe li ser bingeha gerîlatiya serdemê perwerde kir û ji bo erkên şoreşgerî xwe amade kir. Hevrêyê me Ciwan ne tenê xwe perwerde kir, weke şoreşgerekî xwedî rol û mîsyon erka perwerdekirina hevrêyên xwe jî girt ser milên xwe.

Hevrêyê me Ciwan hestên rast ên hevrêtiya PKK’ê di ser her tiştî re girt dest û hewl da ji heqîqeta hevrêtiyê pay bigire. Her tim anî ziman ku ya ku PKK'ê dike PKK'ê hevrêtiya rast a bi Rêber Apo û şehîdan re ye û taybetmendiya herî mezin a ku me xurt dike şêwaza jiyana me ya Apoyî û hevrêtî ye. Hevrêyê me Ciwan ne tenê rastiya hevrêtiya PKK'ê anî ziman, di heman demê de bi jiyankirina jiyana komînal ya bi cewher bû pêşeng.

Hevrêyê me Ciwan ku li ser esasê îdeolojiya Apoyî xwe di her wateyê de lêpirsîn kir û xwe perwerde kir, li hemberî xeta azadiya jinê jî xwe ji kûr ve lêpirsîn û perwerde kir. Ji bo kenveşopî û paşverûtiya pergala zîhniyeta serdest derbas bike û xwe bigihîne hişmendî û kesayeta mêrê azad, kedeke girîng da. Ji bo hevrêtî bi rastiya jina azad re bike, pîvanên azadiyê bi ser bikeve û jiyana azad bedew bike her tim rexnedayîna xwe daye. Rexnedayîna xwe bi guhertin û veguhertinên di pratîkê de da û bû hevrêyek bedew ku hezkirin û hurmeta mezin a hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Ciwan hay ji êrîş û xeteriyên dijmin ên li ser gelê me û tevgera me hebû, ji bo nefesa xwe jî diyarî azadiya gelê me û Rêberê me bike, bi ruhekî fedaî tevdigeriya. Bê dudilî li dijî êrîşên dagirkeriyê şer kir û her tim tevlî çalakiyên aktîf bû. Li Girê Amediyê tevî hevrêyê me Şehîd Delîl Zagros û di bin fermandariya wî de beşdarî bi dehan çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Ciwan bû yek ji şervanên Apoyî ku bi cesareta xwe ya bilind, zekaya taktîkî, ruhê fedaî û baweriya wî ya bi serketinê li hemberî dagirkeran rawestiya û ev dijmin têk bir. Bi vê ruh û cesaretê hevrêyê me Ciwan ku di 20’ê Mijdara 2023’yan de li ser dijmin meşiya û fermandariya yek ji baskên Pêngava Şoreşgerî ya Girê Amediyê kir, bû yek ji lehengên ku derbên giran li dagirkeran xist. Di şer de hevrêyê me Ciwan dema li dijmin dixist, bi dehan çeper îmha kir û dagirker ceza kir.

Hevrêyê me Ciwan ji roja destpêkê ya tevlî têkoşîna şoreşgerî bû û heta kêliya gihişt şehadetê, weke gerîla û fermandarekî fedayî yê Kurdistanê ku her tim bi ruhekî fedaî xizmet ji gelê xwe re kir, tevahiya hebûna xwe ji bo azadiya gelê me feda kir û di vê oxirê de bi lehengî şer kir û cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

ANDOK ADIL

Hevrêyê me Andok li Efrînê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bûn, hevrêyê me Andok ji biçûkatiya xwe de navê partiya me PKK'ê bihîstibû û nas dikir. Hevrêyê me yê ku dema li dibistana rejîmê dixwend dest bi xwendina pirtûkeke li ser Berxwedana Zindana Amedê kir, ji ber berxwedana sermirovî ya kadroyên pêşeng ên Partiya me ya li dijî êşkenceyên dijî mirovahiyê, gelekî bandor bû. Pirtûk ji aliyê rejîmê ve hatibû qedexekirin, lê hevrêyê me Andok pirtûkê bi dizî û meraqek mezin xwend û piştre nanokiyên wî destpê kirin. Mîna ciwanek Kurd li hemberî sekna bi îrade ya xurt a hevrêyên me yên ku li hemberî dijmin ji bo parastina hebûna gel canê xwe kirin sîper bandor bû, xwe lêpirsîn kir. Di van lêpirsînan de jî hevrêyê me Andok meşeke dirêj a şoreşgerî şopand. Her carê ji xwe dipirsî ka ew çawa dikare bêtir têbikoşe bike û têkoşîna xwe bigihîne lûtkeyê. Heval Andok ku piştî lêpirsînên xwe yên ewil tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû, bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bi awayekî aktîftir dest bi tevlîbûna çalakiyan kir. Dema diya wî heyecana şoreşgerî ya hevrêyê me Andok dît, pê hesiya ku ew ber bi milîtaniyê ve diçe.

Hevrêyê me Andok ku demeke kin bi xebatên çapemeniyê xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam kir, di pêvajoyên ku êrîşên çeteyan li dijî destkeftiyên gelê me dest pê kirin de tevlî yekîneyên parastinê bû. Heyecana ku ji şoreşê digirt, coşa ku ciwanî dide û hêrsa mezin a li hemberî dijmin kom kiribû, hişt ku hevrêyê me Andok di qada leşkerî de bi lez pêş bikeve. Hevrêyê me yê ku li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Efrînê cihê xwe di çeperan de girt, bi qabiliyeta xwe zû derket pêş.

Piştî ku çeteyên bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrîşî Helebê kirin, hevrêyê me Andok berê xwe da vî bajarê dîrokî û bi gelê me yê li wir re tevlî berxwedanê bû. Andok û hevrêyên xwe yên Helebê ku di şerê demdirêj û dijwar de li hemberî êrîşa bi deh hezaran çeteyan rawestiyan, di yekemîn şerê bajaran de ku di dîroka gelê me de cih girt, serkeftinên mezin bi dest xistin. Hevrêyê me Andok ê ku di vî şerî de gelek hevalên xwe yên hêja şehîd da, yek jê giran 3 caran birîndar bû. Lê hevrêyê me yê ku bi ruhê Apoyî têdikoşiya, tevî van birînan ti carî nexwest ji çeperên xwe derkeve. Hevrêyê me Andok ku bi cesaret, fedakarî û di hunera şer de di bîranîna gelê me yê Helebî û şervanên li wir de mabû, karîbû bibe şoreşgerekî mînak. Hevrêyê me çiqasî di qada şer de bi ser ketibe jî, her tim xwe nebes didît, di wê baweriyê de bû ku tenê bi kûrbûna di felsefeya Apoyî de dikare vê nebesiyê telafî bike. Hevrêyê me yê ku dît ku şerê bê îdeolojî ji bo afirandina civakek azad têrê nake, li ser vê esasê ji bo perwerdehiya îdeolojîk bibîne bi israr bû. Hevrêyê me Andok ê ku diyar kir ew encax ew li çiyayên Kurdistanê warên ku îdeolojiya Apoyî lê pêş ket xwe pêş bixe, di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Andok ê ku bi xwestekek mezin derbasî çiyayên Kurdistanê bû, bi gav avêtina li çiyê re, bi hêzeke bêdawî tevlî xebatê bû. Hevrêyê me yê ku di adaptebûna jiyana çiya û gerîla de ti zehmetî nejiya, hema hema di her karî de zû pêş ket. Hevrêyê me Andok ku parvekirina ezmûna xwe ya leşkerî ya mezin bi hevrêyên xwe re weke erka xwe ya hevrêtiyê, di vî warî de kedeke mezin da. Di heman demê de, di mijarên ku xwe kêm didît jî, ji hevrêyên xwe alîkarî digirt. Hevrêyê me Andok ê ku di ferqa bandora taybetmendiyên pergala baviksalarî ya li ser xwe bû, bi hişmendiya ku rêya xwe gihandina kesayetiya azad derbaskirina van taybetmendiyane û li ser vê esasê lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrê Andok ê ku xwedî armancên mezin ên weke azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û azadiya gelê me ku bi sedsalane di vê oxirê de têdikoşe, ket ferqa ku ji bo van armancên mezin pêk bîne divê têkoşîna xwe berfireh bike. Bi hişmendiya kûr xwe perwerde kir ku ancax bi têkoşîneke bi şêwaza fedaî dikare bigihêje armancên xwe. Hevrêyê me yê ku perwerdehiyê weke cih û demkî nedidît, di her kêliya jiyanê de hewl dida xwe perwerde bike. Hevrêyê me Andok ê ku di demên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn de bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ji nû ve avakirina gerîla bû, bi perwerdekirina gelek hevrêyên xwe re jî eleqedar bû. Hem di avakirina tîmên gerîla yên bi tevger de hem jî di pêkanîna serketî ya taktîka şerê tunelê de kedeke mezin da. Hevrê Andok ji bo herêmên Berxwedanê ya Girê Amediyê veguhere yek ji çeperên berxwedanê ku demek dirêj lê mabû kedek mezin da û li vir bi fermandarên me yên hêja Delîl Zagros û Guven Doza re mil bi mil şer kir.

Hevrêyê me Andok ê ku li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi hezkirineke mezin hemû erkên xwe bi cih anî, ked û xwêdan weke çalakiyên azadiyê dît û bi van taybetmendiyên xwe yên bedew ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Andok bi cesareta xwe ya li qada şer û bi jêhatîbûna xwe ya di serdema nû ya taktîkên şer de, ji koordînekirina gelek çalakiyên serketî yên li dijî dagirkeran heta meşandina wan bi xwe, di her astî de beşdar bû.

Hevrê Andok ê ku di 20’ê Mijdara 2023’yan de li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çalakiyên tîma koordîne bi lehengî û şêwazeke fedaî li dijî dijmin şer kir, karî kîna mezin a di dilê xwe de bi çalakiyê veguherîne serkeftinê. Hevrêyê me Andok ê ku bi rola xwe ya di çalakiya serketî ya ku bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin de diyarker bû, wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û xeyalên wî teqez pêk werin.

BOTAN RAPERÎN

Hevrêyê me Botan di malbateke welatparêz a bi eslê xwe ji Sêrtê de li Stenbolê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên dijmin malbata hevrêyê me ji ber sedemên aborî koçî Stenbolê kirin, ji ber vê yekê hevrêyê me Botan ji Kurdistanê dûr mezin bû. Lê hevrêyê me Botan ê ku bi mîrata çanda Botanê ya kûr mezin bûye, dema ku rastî polîtîkayên qirkirin û asîmlasyonê yên dijmin hat jî karî cehwera xwe biparêze. Hevrêyê me Botan ku tenê di salên xwe yên lîseyê de ji ber ku hawira ku lê dijiya ji rastiya Kurdayetiyê dûr bû, derfet dît ku partiya me PKK'ê nas bike, bi hezkirin û kelecaneke mezin xwe daye naskirin û hînbûna partiya me, mîna ku hebûneke xwe ya herî bi qîmet dîtiye. Hevrêyê me Botan ku di demeke kin de Rêber Apo, PKK û rastiya Kurd fêm kir, mîna her ciwanên Kurd ên birûmet tevlî têkoşîna hebûnê ya gelê me bû. Pêşî beşdarî xebatên ciwanên welatparêz, şoreşger bû. Di van xebatan de zanyariyên girîng ên bîrdozî û rêxistinî bi dest xist. Bi kesayeta xwe ya zindî û bi sekna xwe ya zelal di têkoşînê de bandor li gelek ciwanên Kurd yên ku mîna wî neçar mabûn koçî metropolan bikin kir.

Di sala 2014’an de dema ku êrîşên çeteyan ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava zêde bûn, weke milîtanekî ku xwe fedayî azadiya gelê me kiriye, biryar da ku têkoşîneke bi bandortir bide destpêkirin. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Botan ê ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, avantajên vê yekê zû fêm kir. Di derbarê jiyana gerîla û şer de ji bi dehan hevrêyên xwe yên xwedî tecrûbe dersên girîng girt. Li vir di jiyanê de rasterast hînî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bû. Di vê wateyê de her çendî di nava refên gerîla de nû bû jî, ezmûnên şer ên salên dirêj bi dest xist. Hevrêyê me Botan ê ku armanca wî ya sereke têkoşîna li dijî komên çete yên li ser gelê me yên li Rojava û Şengalê komkujî dikir bû, piştî demeke kurt li Amedê ma, di heman salê de, di dema herî dijwar a şer de, derbasî herêma Rojava bû û li dijî çeteyan tevlî berxwedanê bû. Di têkbirina çeteyan de li gelek herêmên Rojava û bi taybet li Kobanê ked da.

Hevrêyê me Botan ku di gelek pêngavên şoreşgerî de cih girt, di warê leşkerî de ezmûneke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Botan ku di taktîkên şer de jî kûr bû, li gel bikaranîna gelek çekan, bi cesaret û hunera xwe ya leşkerî bû şervanekî jêhatî. Hevrêyê me Botan ê ku heta sala 2017’an li herêma Rojava li ber xwe da; careke din berê xwe da çiyê û li dijî dijminê esasî dewleta Tirk a qirker a ku hewl dide hebûna xwe li ser tinekirina gelê me ava bike dest bi têkoşînê kir.

Hevrêyê me yê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, hem ji bo tecrubeyên xwe yên leşkerî bi hevrêyên xwe re parve bike hem jî ji aliyê îdeolojiyê ve kûr bibe, beşdarî pêvajoya perwerdehiyê bû. Hevrêyê me Botan ê ku di pêvajoya perwerdehiyê de fersenda naskirina îdeolojiya Rêber Apo û şêwaza têkoşînê bi dest xist, gihîşt wê baweriyê ku tenê bi têkoşîneke fedaî serketin dikare pêk were.

Hevrêyê me Botan ku fedakariya Egîd (Mahsum Korkmaz) û Zîlan (Zeynep Kınacı) bi rêya jiyana fedayî ya Rêber Apo di tekoşîna me de bûn nirxekî bêhempa, mînak girt û bi sebireke mezin û kedeke bêhempa milîtaniya fedaî di xwe de geş kir û pêk anî. Hevrêyê me Botan ku digot, " Tişta ku me nemir dike, nirxên ku me di jiyana xwe afirandine" bandoreka mezin li her hevrêyekî xwe kir. Hevrêyê me Botan ê ku rengê xwe dida her cihê ku lê bû, bi tevlîbûna xwe ya jidil rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me yê ku tim xwe bi pêş ve dibir, bi zîrekatiya xwe di gelek xebatên girîng de cih girt û bû şervanekî mînak. Hevrêyê me Botan ê ku tim xwe ji bo bersivdayîna komkujiyên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me û hilanîna tola hevrêyên me yên di têkoşîna me ya azadiyê de şehîd bûne amade dikir, ji bo bidestxistina şêwaza berxwedana Zîlanî gelekî hewl da.

Hevrêyê me yê ku her kêliya xwe di çarçoveya bîrdozî û leşkerî de derbas dikir, fedaîbûn kir şêwazê jiyana xwe.

Di pêvajoya ku êrîşên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê zêde bûn de, hevrêyê me yên biqîmet bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn, tesîreke mezin li hevrêyê me Botan kir. Şehadeta hin hevrêyên wî yên ku demeke dirêj bi wan re xebitî, azweriya tolhildanê ya hevrêyê me Botan xurttir kir.  Li ser vê bingehê hevrêyê me Botan derbasî Li herêma Rojavayê Zapê Şehîd Delîl bû ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me Botan ê ku li herêma Berxwedana Girê Amediyê di tunelên şer de tevlî şer bûbû,  li vir li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de bi wêrekî, jêhatîbûn û dewlemendiya taktîkên xwe derket pêş. Hevrêyê me Botan ê ku bi hişmendiya pozîsyona xwe û berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê wî roj bi roj hewl dida ku têkoşîna xwe berfirehtir bike û wateya şerê dijwar bi van gotinan anî ziman: “Îro bala hemû cîhanê. li ser têkoşîna fedaîyan e."

Hevrê Botan ku di wê baweriyê de bû ku dijmin dikare tenê bi ruhê têkoşînê yê hevrêyên me Şehîd Sara, Şehîd Rûken, Şehîd Rojhat û Şehîd Erdal têk biçe û bi vî awayî azadiya fizîkî ya Rêberê me û gelê me were bi dest xistin. Hevrê Botan ev şêwaza tekoşîna şehîdên me yên fedaî esas girt û li ber xwe da. Hevrêyê me Botan ku bi vê giraniyê tevlî operasyona şoreşgerî ya di 20’ê Mijdara 2023’yan de ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate kirin bû, bi awayekî fedaî li dijî djmin tevlî çalakiyan bû. Hevrêyê me Botan ê ku pêşengiya vê operasyona şoreşgerî kir jî di pevçûnan de bi giranî birîndar bû û tevî hemû mudaxeleyên hevrêyên wî nekarî rizgar bibe û şehîd bû.”