Hêzên Îranê kolberekî din qetil kirin
Hêzên Îranê kolber Yawer Weysî qetil kirin.
Hêzên Îranê kolber Yawer Weysî qetil kirin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê kolber Yawer Weysî yê li Selas Bawecanê dima, di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku hêzên Îranê li ser xeta sînor a Newsudê êriş birin ser kolberan.
Di nava du mehên dawî de di encama êrişa hêzên Îranê de 154 kolber hatin qetilkirin an jî birîndar bûn.