PKK gihîşt bi milyonan mirovî

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, PKK a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate avakirin îro gihîştiye bi milyonan mirovî.

PKK'ê ji damezrandina xwe û vir ve mohra xwe danî binê gelek serketinan. Di berdêla vê yekê de jî gelek lehengan canê xwe feda kirin, berdêlên gelekî giran da. Îro li çiyayên Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke mezin dewam dike.

Gerîlayên HPG'ê Egîd Serhildan, Êrîş Koçer û gerîlaya YJA Starê Gerîla Şoreş bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê axivîn.

Gerîla Egîd Serhildan salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "PKK bi komekê destpê kir, lê piştre gihîşt bi milyonan mirovî. Di serî de damezrandina artêşa jinê, gelek destketî afirand. Ev hemû jî bi saya keda Rêber Apo û şehîdan bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bû. Bi damezrandina PKK'ê re gelê Kurd hebûna xwe parast. Rêber Apo got, heta ev gel azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Piştî ku têkoşîn ewqasî mezin bû, dijmin Rêberê me dîl girt. Rêber Apo ji ber vê yekê tecrîdkirî ye. Armanca me azadiya gelê Kurd û Rêber Apo ye."

Gerîla Şoreş jî destnîşan kir ku damezrandina PKK'ê ji bo gelê Kurd tê wateya wateyeke mezin û got, "Partiya me bû partiya vejîna gelê Kurd. Bi komekê destpê kir û bi hezaran lehengên mîna Zîlan, Egîd afirand. PKK bi keda Rêber Apo û şehîdan gihîşt vê astê, em bawer dikin ku wê hîn mezin bibe. Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dewam dike. Berxwedana gerîla ya di vî şerî de wê me bi ser bixîne. Weke gerîlayên YJA Starê em ê têkoşîna xwe di asta herî bilind de dewam bikin. Hevrêyên me yên şehîd ên leheng bi têkoşîna xwe bûn sembola xeta me ya berxwedanê. Heta ku em bi ser bikevin em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Êrîş Koçer diyar kir ku PKK di nava şert û mercên giran de ava bû û got, "PKK bi keda mezin a Rêber Apo û hevrêyên wî ava bû. Di nava bê derfetiyan de ava bû û îro gihîşt bi hezaran milîtanan û bi milyonan sempatîzanan. PKK ku di nava şert û mercên giran de serketinên mezin pêk anî, di serî de ji gelê Kurd ji hemû gelan re bû hêvî. Em ê jî li ser şopa Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin û têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin. Li Herêmê Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk li tunelên şer hevrêyên me berxwedaneke mezin dikin. Ev berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê bi ser bikeve. Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya şehîdên xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."