PAJK: PKK tevgera herî şoreşger û veguherîner a sedsala 21'ê ye

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Weke tevgera herî şoreşger, dînamîk û veguherîner a sedsala 21'ê ji her demê bêhtir bûye hêviya rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û bi taybetî bang li ciwanên Kurdistanê kir ku tevlî nava refên PKK'ê bibin.

Daxuyaniya PAJK'ê bi vî rengî ye:

"Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK'ê Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û şopdarên vê xetê hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên çalakiya fedaî kirin, hevrê Axîn Mûş, Leyla Amed û Dîcle Eylem ên li Amed, Botan, Serhed, Mêrdîn, Zap, Avaşîn û Metînayê bi lehengî li dijî dijmin li ber xwe dan û şehîd bûn, şehîdên xwe yên şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Salvegera damezrandinê ya 45'emîn a partiya xwe li Rêber Apo, li hevrêyên PKK-PAJK'ê yên li zindanan li ber xwe didin, li çiyê şer kirin, li jinên têkoşer, gelên me yên berxwedêr û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.

Rêber Apo ji roja destpêkê ve pêvajoya partîbûnê ji bo jinan û gelê me veguherand pêvajoya azadiyê, jin kir xwedî hêza xweparastinê, bi rêya partiyê kir xwedî çalakî û rêxistinê. Rêber Apo bi rêya PKK'ê gelê Kurd ê dihate talankirin, kir xwedî îrade, xeta 'Jin, Jiyan, Azadî' afirand. Jinên Kurd bi têkoşîna PKK'ê re xwe gihandin şoreşê, li dijî koletiyê bûn xwedî derfetên têkoşînê û bûn PAJK. PAJK weke xeta azadî û wekheviyê ya PKK'ê afirî. PAJK mejî û kesayetiya mêr û jinê ya azad e. PAJK ruhê PKK'ê ye. Her jineke PAJK'î pêşenga PKK'ê ye. Kesayetiyên ku bibin bingeh ji damezrandina civakî ya nû re, bi milîtaniya Partiyê hatin afirandin.

PKK weke lêgerînera rastiyê, partiya rûmeta mirovahiyê ye. Weke tevgera herî şoreşger, dînamîk û veguherîner a sedsala 21'ê ji her demê bêhtir bûye hêviya rizgariyê ji gelên Rojhilata Navîn re. PKK bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, ji bo tevahiya mirovahiyê çavkaniya sûdwergirtinê ye. PKK li dijî rêxistiniyên dewletperestiya netewe, neteweperestiyê, bi mejiyê neteweya demokratîk temsîla çareseriya aştiayne û jiyana demokratîk dike. PKK bi nêrîna xwe ya jineolojîk li dijî mejî û çanda baviksalariyê tevgereke azadiyê ya herî bi îdîa ye. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, partiya me PKK yekane hêz e ku modernîteya demokratîk bi rêxistin kiriye. Em sala têkoşînê ya 46'an a PKK'ê bi daxwaz, biryardarî û coşeke mezin pêşwazî dikin.

Êrîşên tunekirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi piştgiriya xiyaneta PDK'ê hatin kirin, bi têkoşîna gerîla û gelê me hatin têkbirin. Planên ji bo tasfiyekirina tevgera civakî PKK'ê, mehkûmî têkçûnê ne. Li dijî şerê qirkirinê yê Erdogan ê faşîst, jin, ciwan û gelên Kurdistanê wê bi pêşengiya PKK-PAJK'ê rabin ser piyan û sala 2024'an bikin sala azadiyê ya Rêbertî.

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku bi jin û mêr tevlî nava refên azadiyê yên PKK'ê bibin, li dijî sîstema kapîtalîst şoreşê mezin bikin û heta azadiyê, jiyanê li dijî mirinê biparêzin."