Cenazeyên 3 gerîlayên YJA Starê piştî 143 rojan radestî malbatên wan hatin kirin

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Leyla Gulcu, Şekîrnaz Kaplan û Emîne Kaplan ku di 4’ê Tebaxê de li çoltera Çiyayê Bagokê di bombebaranekê de şehîd bibûn, 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin.

Di 4’e Tebaxê de li Çiyayê Bagok ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bombebatan pêk hatibû de gerîlayên YJA Starê Leyla Gulcu (Dîcle eylem), Şekîrnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) şehîd bibûn, 143 roj şûn de cenaze hatin radestkirin.

Cenzeyê Leyla Guclu li Goristana Yenîşehîr a Amedê, yê Emîne Kaplan li Goristana Akçakoy a Êlihê û yê Şekîrnaz Kaplan jî li Goristana Xîzan a Bedlîsê dê bê veşartin.