Li Şengalê salvegera damezrandina PKK’ê hate silavkirin

Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê bi pêşengiya ciwanan li Şengalê hate pîrozkirin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê, salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê li Baxçeyê Serokatî ya Kersê bi şahiyekê pîroz kirin.

Pêkhateya Ereb jî tevlî şahiya bi pêşengiya ciwanan hate lidarxistin bû. Herwiha ji derveyî xelkê Êzidî, serokeşîrên Ereb û Êzidî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Bi dehan keç û xortên Êzidî bi liberkirina cilên gerîla berxwedana gerîlayên HPG-YJA-Starê silav kirin û bi dehan alên PKK’ê di şahiyê de rakirin.

Di şahiyê de bi navê ciwanan Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan axivî û berxwedana gerîlayan ya dijî dagirkeriyê silav kir û 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan pîroz kir. Sara Botan diyar kir ku çavê hemû gelên bindest di roja damezrandina PKK’ê de vebûye û got: “Civaka Êzidî jî ev 9 salin bi fikrên Rêbertî û PKK’ê dijî û bi saya ked û têkoşîna gelek şehîdên pêşeng hatiye roja îro. Tevî hemû êrîşan jî PKK 45 sal in li berxwe dide û tu carî serî li ber şerê qirêj netewandiye. Dirûşmeya, ‘PKK gel e, gel li vir e’ wê her hebe. Wê li her derê fikir û felsefeya azadiyê ya PKK û Rêber Apo were jiyîn.”

Piştî axaftina Sara Botan, Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê, stranên govendê gotin û govend hate gerandin. Şahî wê heya saetên şevê dewam bike.