Ayan: Jinên Kurd bi paş ve gav naavêjin

Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayanê diyar kir ku dewleta Tirk li gel polîtîkaya şerê taybet darazê jî bi kar tîne, lê jinên Kurd bi paş ve gav neavêtine û dev ji rêxistinbûnê jî bernadin.

Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayanê destnîşan kir ku ew ê li her derê bin û têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku zîhniyeta yekperest hemû nasnameyên din wekî zererê dibîne û polîtîkaya 'nasnameya serdest di xetereyê de ye' dimeşîne û got, "Tevgera rastgir a populîst li ku li cîhanê belav dibe, têkildarî dînamîkên şerê cîhanê û vê yekperestiyê ye." Ayan destnîşan kir ku desthilatdar krîzên xwe wekî şerê netewe û olê nîşan didin û yên herî zêde tên mexdûrkirin jî jin in.

POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET

Ayan bal kişand ser polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a li hemberî jinan û ev yek anîn ziman: “Bi zorê fûhûşê bi jinan didin kirin, dixwazin wan bikin sîxur. Ev yek jî bi destê polês û leşkeran tên kirin û em van hemûyan wekî şerê taybet bi nav dikin. Polîtîkayên wiha li dijî jinên Kurd ên têdikoşin tên meşandin. Bi taybetî em nêzîkatiya wan a li ser saziyên wekî DOKH, KJA û TJA’yê  baş dizanin. Her wiha em dibînin ku li dijî jinên Kurd ên ku di van saziyan de dixebitin, bêdadiyeke giran a darazê heye û bi vê  bêedaletiyê hewl didin, jinên pêşeng, berxwedêr û têkoşer asteng bikin."

JI JINÊN KURD RE PEYAM E

Ayan diyar kir ku jinên ku xwe bi rêxistin dikin, xwe bi pêş ve dibin û li dijî tundiyê disekinin tên cezakirin û wiha dewam kir: “Em di van girtinan de polîtîkayeke têkbirinê dibînin. Mînak 30 sal cezayê ku li Ayşe Gokkanê hat birîn peyamek bû û dixwest wiha bibêje: 'Ey jinên Kurd, Ey jinên Kurd ên li hemberî tundiya li ser jinê li ber xwe didin û jinên Kurd ên ku ji bo ku jin di qada siyasî de aktîf bibin û ji bo azadiya jinan têdikoşin, eger hûn di nava vê têkoşînê de cih bigirin ez ê we bi cezayên tund ceza bikim'.”

BI PAŞ VE GAV NEHAT AVÊTIN

Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku jinan ne bi paş ve  gav avêtine û ne jî dev ji rêxistinbûnê berdane û ev yek jî gotin: "Em dev jê bernadin, li her derê ne û em ê li her derê bin."