‘PKK garantiya azadiya bindestan e’

Ji gerîlayên YJA Starê Agirî Tolhildan got: “Rêberê Gelê Kurd hêviya gelên bindest e û PKK garantiya azadiyê ye.”

Gerîlaya YJA Starê Agirî Tolhildan diyar kir ku jinên ku bi PKK’ê re ketin ferqa hêza xwe li her deverê û li çiyayan jî bi pêşengiya YJA Starê têdikoşin û anî ziman ku ew li çeperan bi baweriya ji serkeftinê re şer dikin.

Ji gerîlayên YJA Starê Agirî Tolhildan bi wesîleya 45’emîn salvegera PKK’ê ji ANF’ê re axivî û got ku jinên Kurd bi saya PKK’ê hêza xwe û îradeya xwe dît û xwe ji nû ve afirand. Tolhildan diyar kir ku jinên ku tevlî PKK’ê bûne, li ser xaka Kurdistanê çanda xwedawentiyê ji nû ve zindî kirine û wiha got: “Rêbertî mîsyona pêşengiyê da jinan û li dijî her cure zehmetî û zihniyeta baviksalar bawerî û hêza têkoşînê nîşan da. Di Şoreşa Rojava de her kesî dît ku jin bi bawerî, cesaret û îradeyeke mezin dikarin bi ser bikevin. Jin xwedî rol û mîsyoneke mezin in. Çalakiya fedayî ya ku sala borî Heval Sara û Heval Rûken li ser xeta Zîlanê pêk anî, hêz û cesareta jinên Kurd ji nû ve bi bîr xist.

GERDÛNÎBÛNA JIN JIYAN AZADÎ

Li gel serhildana li Rojhilat pêş ketî, dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatî formulekirin, li hemû cîhanê belav bû û bû dirûşmeyeke gerdûnî. Jiyana ku dixwestin tune bikin û bêyî hêvî bihêlin, bi saya Rêbertiya me ji nû ve şîn bû û ‘Jin Jiyan Azadî’ bû têkoşîneke gerdûnî.

BI SAYA PKK’Ê JIN GIHIŞTIN HÊZA XWE

Jinên Kurd beriya PKK’ê di nava civakê de ti girîngiya wê nebû, fikir, êş, hezkirin û hebûna wê tune dihat hesibandin. Piştî ku Rêbertiya me îdeolojiya azadiya jinê pêş xistî, jin gihiştin rol û mîsyona xwe, hîn rasttir gihiştin hêza xwe ya berê. Hemû jinan mîsyona azadiyê girt ser xwe û roleke pêşeng lîst. Ev yek jî nîşa dide ku jinên welatparêz di têkoşîna azadiyê de roleke çiqas girîng dilîzin. Rêbertî di têkoşîna şoreşê de mîsyona pêşengiyê da jinê.

LI ÇIYAYAN JÎ TÊKOŞÎNEKE MEZIN

Distûra Rêbertiya me ya ‘bêyî azadiya jinê, civak azad nabe’ esas e. Jinên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê de ketin ferqa hêza xwe, mîna li her deverê li çiyayan jî di refên YJA Starê de şer dikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di tunelên şer de, li araziyê li dijî artêşa Tirk a faşîst têdikoşin. Di çeperan de bi baweriya ji serkeftinê şer dikin. Dewleta Tirk dixwaze di şexsê Rêbertiya me de gelê Kurd û PKK’ê tune bike. Çalakiya fedayî ya ku Heval Rojhat û Heval Erdal li Enqereyê li dijî dewleta Tirk pêk anî, hêza tolhildana PKK’ê nîşan dide. Ti kes nikare me ji Rêbertiya me dûr bike. Rêbertiya me hêviya hemû gelên bindest e. PKK jî garantiya azadiyê ya hemû gelan e.”