HEDEP'ê serlêdanên ji bo hilbijartinên xwecihî da destpêkirin

Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an dest bi wergirtina serlêdanên ji bo bernamzetiyê kir.

Li gel hevşaredartiyê, her wiha Wê ji bo endamtiya meclisên şaredariyan jî serlêdan bên kirin.

Kesên dixwazin serlêdanê bikin, dikarin serî li komîsyonên li rêxistinên bajar û navçeyan hatine avakirin bidin.

Serlêdan wê heta 10’ê Kanûnê bidomin. 
 
Ji bo diyarkirina namzetan, wê li her bajar û navçeyan sindoq bên danîn. Endamên partiyê, rêveberên di dema derbasbûnê de cih girtin, malbat û girseyên demokratîk wê bikarin dengên xwe bidin.