'PKK agirê tolhildana gelê Kurd e'

Gerîlayên HPG/ YJA Star’ê yên ku salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin, diyar kirin ku gelê Kurd ê mehkûmê tinebûnê hatibû kirin bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûye ser piyan û gotin, PKK agirê tolhildana gelê Kurd e.

Piştî 28 serhildanên li Kurdistanê ku Kurd bê parastin hatibûn hiştin, bi tevgera PKK’ê ku di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêş ket, li çar parçeyan serhildanek mezin destpê kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê hest û ramanên xwe di salvegera 45.’an a damezrandina tevgera PKK'ê de anîn ziman. Gerîlayan dan xuyakirin ku tevgera PKK’ê pêşketinên mezin bi dest xistiye û îro ne tenê li dijî dewleta Tirk a faşîst, li dijî hemû hêzên hegemonîk bûye hêzek mezin a têkoşînê.

Gerîlayê HPG’ê Firat Çiyager têkildarî 45’an a salvegera PKK’ê ev tişt got: “Beriya her tiştî 27’ê Mijdarê roja ji nû ve vejîna gelê Kurd li Rêber Apo, şehîdên me yên şoreşê, gelê me û hevrêyên me yên li zindana pîroz be. Beriya ku PKK derkeve holê, hêzên hegemonîk li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî bandoreke mezin bû. Kurdistan kirin çar parçe. Li Rojhilata Navîn hêza gelan hesab nekirin. Gelê Kurd di dîrokê de li dijî meylên faşîst û asîmîlasyonê 28 serhildan lidar xistine. Gelê Kurd ti carî serî li ber dijminên xwe netewand. Gelê Kurd li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê her tim baweriya xwe bi biratiya gelan anî.

Dewleta Tirk li ser gelê Kurd polîtîkayeke mezin a asîmîlasyon û qirkirinê meşand. Helbet li hemberî wan gelek serhildan pêk hatin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê. Gelê Kurd ê mehkûmê tinebûnê hatibû kirin bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûye ser piyan û bi hemû hêza xwe planên hêzên hegemonîk ên dixwestin bi destê dewleta Tirk a faşîst pêk bînin, vala derxistin. Bi saya pêşdîtin û analîza stratejîk a Rêberê me li çar parçeyên Kurdistanê derbên mezin li dijmin hatin xistin û gelê Kurd yê mirî ji nû ve mafê jiyanê bi dest xist. PKK bi komeke biçûk dest pê kir, lê ew kom gav bi gav mezin bû. Di nava gelê Kurd de hestên welatparêziyê zindî bûn. Tevlîbûna tevgera PKK'ê gav bi gav zêde bû. Dewleta Tirk a faşîst difikirî ku wê di demeke kin de tevgera PKK’ê biqedîne, lê PKK di nava têkoşîneke xurtir de ye. Êdî hemû cîhan Rêber, PKK û gelê Kurd nas dike. PKK ji bo hemû gelên bindest, ciwan û jinan bûye hêviya jiyanê û hêza azadiyê. Tevlîbûna enternasyonalîst ji Brîtanya, Danîmarka, Elmanya û hwd. di nava salên dawî de jî nîşaneya vê ye. Ji gelek welatên Ewropayê jin û mêrên ciwan ên bi hêza şoreşê bawer dikin, di nava refên PKK'ê de ji bo azadiya gelan têdikoşin."

JINÊN KURD JI BO HEMÛ JINAN BÛN MÎNAK

Ji gerîlayên YJA Starê Serhildan Amanos bi pîrozkirina 45’an a salvegera PKK'ê dest bi axaftina xwe kir û got; “Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd jî ji nû ve ji dayik bû. Bi taybetî jinên Kurd bi têkoşîna xwe bi tevlîbûna PKK’ê hêz û îrade qezenc kirin. Jina Kurd îro ji bo jinên cîhanê bûye mînak û hêvî. Bi saya şehîd Azê, Delal û Sara û bi hezaran şehîdên me, tevgera me ya jin pêşketineke mezin bi dest xist. Tevgera me ya jinê bûye hêza pêşeng a hemû jin û gelên bindest û di serî de jinên Kurd. Di şexsê hevrêyên me Sara û Rûken ên sala borî çalakiya fedaî pêk anîn de, fedaîbûn û hêza jinê careke din îspat kirine. Li dijî tecrîda li ser Rêberê me Hevrê Erdal û Rojhat jî li Enqereyê di dilê dewleta Tirk a faşîst de çalakiyek mezin lidar xistin. Fedaîbûna PKK'ê bandorek mezin li cîhanê dike û rastiyek ku xwe îsbatkiri ye."