Li Qendîl û Şengalê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê

Bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê li quntara çiyayê Qendîlê û Şengalê çalakî hatin lidarxistin.

Li Şengalê endam û rêveberên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û endamên Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî li ber qubeya Xatûna Fexra dar çandin.

Çalakî ji aliyê TAJÊ ve hate lidarxistin û nûnerên gelek saziyan û şêniyên herêmê tevlî bûn.

Di çalakiyê de salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin û işaret bi girîngiya çandina daran a di vê demê de hate kirin.

Endama TAJÊ Nefiya Mêşo ji Rojnewsê re axivî û got, "Berê li çiyayê me dar dihatin birîn. Lê em îro li çiyayê xwe bi rengekî azad şitlê daran diçînin."

Şaredariya Binarê Qendîlê jî bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da.

Ji endamên şaredariyê Ronahî Rojhelat daxuyanî da û got, "PKK di demekê de ku gelê Kurd li ber tunebûnê bû hate damezrandin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de dest bi berxwedanê kir."

Rojhelat gotina "Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Ev gotina Rêber Ocalan ji bo me xet e û em ê her tim li ser vê xetê bimeşin."