Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin: 19 kes hatin binçavkirin

Bi ser gundên girêdayî Xîzan û Tetwanê de hate girtin û heta niha 19 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Dozgeriya Komara Bedlisê dayî destpêkirin de, li gundên girêdayî navçeya Xîzan û Tetwanê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên leşker û polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku li gundê Gûlpik ê Xîzanê 15 kes, li gundê Peyandes ê Tetwanê jî ji malbatekê 4 kes hatine binçavkirin. Sedemê binçavkirinan nehate zanîn.

Hat diyarkirin ku biryara nepeniyê di dosyayê de heye û serdegirtin dewam dikin.