Ji bo jinên ji aliyê dewleta Tirk ve ‘hatine windakirin’ kom bûn

Endamên ÎHD'ê û malbatên windayan bi wesîleya 25'ê Mijdarê ji bo jinên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin, hatin ba hev.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û malbatên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 772’emîn de careke din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê li hev kom bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglu û gelek endamên saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê aqûbeta jinên di girtîgehê de hatine windakirin, hate pirsîn.

Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy bal kişand ser girîngiya berxwedana jinan.

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû got: "Ji derketina rastiyê ditirsin."

Navê jinên ku di cînayetên failên wan nediyar de jiyana xwe ji dest dane û 'hatine windakirin' hatin xwendin û wisa ne:

Makbule Okden, Bedriye Gumuş, Ayten Ozturk, Rıdda Yavuz, Sedika Dal, Hamide Şarli, Hatun Işik, Yeter Işık, Elif  Işık Gulizar Serin û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn, Lûtfiye Kaçar, Gulinaz Tatu, Kadriye Tatu, Ayşenur Şîmşek, Hatîce Şîmşek, Şukran Daş, Hatîce Atalay, Fahriye Mordenîz, Zozan Eren, Neslihan Uslu, Konca Kuriş, Taybet Înan, Gulîstan Doku û Nagihan Akarsel.”

ÊLIH

Endamên ÎHD'ê û malbatên windayan di hefteya 608'emîn de ya çalakiya xwe ya li Êlihê li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulîstan Doku a ku li Dêrsimê ji 5'ê Çileya 2020'an û heya niha ti agahî jê nayê girtin, hate pirsîn.

Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Abdurrahîm Sumeyye Gultekîn Aykut çîroka Gulîstan Dokuyê xwendin.