KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrişa li ser DEM Partiyê hate şermezarkirin
Şêniyên Bêrecûkê û endamên DEM Partiyê êrişa çekdarî ya li ser avahiya DEM Partiyê şermezarkirin û gotin, "Namerd bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin. Em rê nadin van namerdan." -
YNK: Em biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red dikin
YNK’ê ragihand ku ew biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê red dikin. -
Xelkê Mexmûrê 'qedexeya hevdîtinê' şermezar kir
Xelkê Kampa Penaberan a Mexmûrê 'qedexeya hevdîtinê' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî şermezar kir. -
Cenazeyê Gultekîn Ozturk ê ji aliyê polîsê Tirk ve hate kuştin, hate veşartin
Gultekîn Ozturk (58) ê ku li navçeya Peyas a Amedê ji ber lêdana polîsê trafîkê yê bi motorsîkletê 6'ê Gulanê bi giranî birîndar bû, piştî 2 rojên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Li Bexdayê biryarên nû yên têkildarî Şengalê
Di civîna 19'an a Desteya Wezîran a Iraqê de têkildarî Iraqê hin biryar hatin wergirtin. Yek ji mijarên ku di civînê de derkete pêş jî jinûve avakirina Şengalê bû. -
Hevserokê MXDŞ'ê bang li koçberan kir: Bi dilekî rehet vegerin Şengalê
Di demekê de ku biryar hate dayin hemû dibistanên li kampên Başûrê Kurdistanê bêne girtin, Hevserokê MXDŞ'ê bang li xelkê Şengalê yê li kampan kir ku bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe. -
Hêlîn Umît: Têkoşînê kir ku CPT bigihêje vê nuqteyê
Hêlîn Umît got, "Eger CPT gihîştibe wê nuqteyê ku DMME'yê sûcdar bike, ev yek bi bandora berxwedana bênavber û bi biryar a gelê Kurd û dostan pêk hatiye" û destnîşan kir ku têkoşîna li vê qadê divê hîn bi xurtî bê meşandin. -
Dewleta Îranê 5 çalakvanên Kurd binçav kir
Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê 5 çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin binçavkirin. -
Li Silopiyayê qursên zimanê Kurdî hatin destpêkirin
Navenda çand û hûner a Şaredariya Silopiyayê dest bi qursên perwerdehiyên zimanê Kurdî kirin. -
Şoreş Alan: Em ê têkoşîna şehîdên sêdarê bigihînin serketinê
Endamê Fermandariya YRK’ê Şoreş Alan, di şexsê şehîdên sêdarê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mihdî Îslamyan hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna şehîdên sêdarê bigihînin serketinê." -
HPG’ê Fermandar Şevger Çiya bi bîr anî
HPG’ê Fermandar Şevger Çiya bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyê me Şevger heta nefesa xwe ya dawî, têkoşîna azadiyê bi serketî meşand.” -
Hevşaredar Gulbahar Kaya: Em ê koça ji Gimgimê rawestînin
Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya got, wê projeya "Dixwazim li cihê ji dayik bûme têr bibim" bixin meriyetê û destnîşan kir ku wê koça ji Gimgimê rawestînin. -
Li Mêrdînê ji 13 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh ceza birîn
21 siyasetmedarên Kurd ên ku ji ber rêveberiya xweser a Dêrikê der barê wan de doz hatibû vekirin, 13 jê bi hinceta îfadeya "şahidên veşartî" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. -
Sermayedarekî Merîwanî nêzîkî 180 kes bêkar hiştin
Sermayedarekî Merîwanî nêzîkî 180 dikandarên pasajekê bêkar hiştin Xwediyê pasaja bi navê Xurşîd Zirêbar çend hefte berî niha kirêya mehane ya dikanan ji du milyon tumenî kir 12 milyon û paşê jî kir 18 milyon tumen. -
Li Baneyê kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê şeva 5’ê Gulanê li herêma sînorê Hengejal ê li Baneyê êrîşî kolberan kir û yek qetil kir. -
DFG’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 2 rojnamevanan da
DFG’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 2 rojnamevanên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin da û banga hevgirtinê kir. -
Ji YJA Starê çalakiyên sekvaniyê: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Zapê li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
Şarqul Awsat: Barzanî ji bo taloqkirina hilbijartinan li Îranê ye
Rojnameya Şarqul Awsat îdîa kir ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Îranê hewldanek ji bo taloqkirina hilbijartinên herêmê ye. -
Li Wanê bi 3.9 pileyî erd hejiya
Li navçeya Tûşba ya Wanê bi 3.9 pileyî erd hejiya. -
'PDK'ê hestiyên 67 şehîdên fermanê derxist û bêyî testa DNA'yê ew gor kirin'
Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm "Gorê komî yê di navbera Xanesor û Sinûnê de ji aliyê PDK’ê ve bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin û cenazeyên 67 şehîdan bêyî testa DNA'yê li ber Şerfedîn hat veşartin lê nayê zanîn kê ji wan kê ye!" -
Milîsên Azadiya Kurdistanê li Amed û Sêrtê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist
Milîsên Azadiya Kurdistanê ragihand ku li Amedê kemînên wênegiriyê û sensorên deng ên artêşa Tirk a dagirker îmha kirin, li Misirca Sêrtê jî li dijî polîsên Tirk çalakiyek li dar xistine. -
Rojnamevan Serdeşt Osman li Silêmaniyê hat bibîranîn
Rojnamevan Serdeşt Osman ê di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlerê ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û qetilkirin, li Silêmaniyê hat bibîranîn. -
Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê tevlî pîrozbahiya Paskalyayê bû
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê tevlî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê bûn. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Şaredariya Amedê kirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. -
KCK'ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî
KCK'ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin, armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin.