BI DÎMEN

Jinên Ereb: Em hêza xwe ji jinên Êzidî digirin

Meclîsa Jinên Ereb bi daxuyaniyekê tevlî kampaniya “Serok mêvanê mala we ye” ku ji aliyê TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye destpêkirin bûn.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re” bi daxuyaniyekê tevlî pêngavê bûbû ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” di asta navneteweyî de hatibû destpêkirin. Pêngav bi çalakî, meş, mîtîng, semîner, civîn, xwendinan parêznameyan û hwd heya roja me ya îro bi hemû hêza xwe berdewam dike.

Di çarçoveya vê pêngavê de TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê çalakiyek bi dirûşmeya “Serok mêvanê mala we ye” dan destpêkirin. Bi vê çalakiyê re wê yek bi yek serdana malbatan were kirin, wêne û buroşurên ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê vegotin bê belavkirin û behsa paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd bê kirin.

Îro Meclîsa Jinên Ereb yên gundewarên Şengalê di heman çarçovê de bi daxuyaniyek piştgirî dan pêngavê û gotin: “Em bi hemû hêza xwe li pişta jina Êzidî ne.”

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsê Fatma Ibrahîm ve hate xwendin

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke Meclîsa jinên Ereb yên Şengalê piştgiriya xwe ji tevahiya jinên Êzidî re radigihînin û di bêjin, em ê her kêliyê bi were bin, çawa ku niha jina Êzidî bûye hêz di nava civakê de, em jî wê hêzê ji jina Êzidî digirin.

Her kes di zane ku di sala 2014’an de çi hate serê civaka Êzidî û bi taybet jî Jina Êzidî, ji talan, kuştin, qirkirin, tecawuzê û revandinê bigire heya her tiştî, lê îro em di bînin ku jina Êzidî ew hemû cure êşkence vegerandine hêzek ne normal a civaka xwe û pê xwe bi rêve dibe û li ber xwe di sekine. Em li vir vê hêza wan silav û pîroz dikin û di bêjin bila cîhan vê hêzê bi bîne û nas bike. Em carek din bang li tevahiya sazî, dewlet û cihên peywendîdar dikin ku ya bi ser Êzdiyan hatî weke jenosîd nas bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ”Bijî Serok Apo”, “Bijî jina azad” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.