Gerîla li Zapê li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de derbe li 2 çeperan hate xistin, 2 kamerayên mobesse jî hatin îmhakirin. Dagirker bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîşên xwe didomînin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî parve kirin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê Gulanê di saet 12.25’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

17’ê Gulanê di saet 13.30’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM çalakiya koordîneyî hate lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi rengekî bi bandor li kepçeya dagirkeran xist û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Baskê duyem ê çalakiyê; derbe li 2 çeperên ayîdê dagirkeran xist.

17’ê Gulanê di saet 15.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

17’ê Gulanê di saet 16.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

17’ê Gulanê di saet 20.40’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

16, 17 û 18’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 18 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr, carekê bi dronên bombebarkirî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

16’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

16 û 17’ê Gulanê qada Sinînê ya herêma Xakurkê 2 caran, qada Girê Zengil û Deşta Kafya ya herêma Garê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

16’ê Gulanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Golka û Dergelê yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”