Tevgera Azadî biryarên Doza Kobanê şermezar kir: Serketin wê ya gelê Kurd be

Tevgera Azadî ya ku weke navendî li Başûrê Kurdistanê kar û xebatan dimeşîne, biryarên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatin dayîn şermezar kir û got: “Serketin wê ya gelê Kurd û parêzvanên azadiyê be.”

TEVGERA AZADÎ

Duh Doza Kûmpasê ya Kobanê ku 108 siyasetmedar li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê hatin darizandin, ji aliyê nûnerên gelek partiyên siyasî ve hate şopandin. Di dozê de bi dehan sal li gelek siyasetmedaran hate birîn. Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes jê tên darizandin de biryar hate eşkerekirin. Dewleta Tirk a ku tola çeteyên DAÎŞ’ê hilda, di Doza Komploya Kobanê de bi giştî 371 sal ceza li siyasetmedarên Kurd birî. Vê yekê li seranserê cîhanê bertekek mezin li pey xwe de anî.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di derbarê siyaseta kevin û berdewam a dewleta Tirk a dagirker ya beramberî gelê Kurd de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Doza Kobanê Doza gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP‘ê li ser têkçûna xwe ya li qada şer a çiyayên Kurdistanê û herî dawî jî têkçûna xwe ya di hilbijartina şaredariyan ya 31’ê Adarê de, bi gavek nû bi rêya qaşo dadgehan, xwe teselî dike. Şerê Rizgariya Kobanî bû xala zivirînê di têkçûna projeya Erdogan a DAÎŞ‘ê de ku ji aliyê gelê Kurd û şervanên azadiyê ve hat têkbirin. Ger îro dadgeha Tirkiyê bi dehan sal cezayê zindanê li pêşengên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê dibire, guman nîne ku ger hêz û îmkanên wan hebin dê hemû kesên ku di şerê Rizgarkirina Kobanî de li dijî terorîstên DAÎŞ‘ê şer kirine ceza bikin.

Divê her Kurdek azadîxwaz û xwedî wijdan rastiya vê dewletê ya li dijî gelê Kurd baş bizane. Dewleta Tirk a faşîst sed sale bi heman şêwazî berdewam dike û her wiha ti carî nikare bi vê siyasetê bigihije armanca xwe. Cezakirina siyasetmedarên wek birêz Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ehmed Turk û çalakvanên siyasî û sivîl biryara berdewamkirina siyaseta şer û înkarkirina hebûn û nasnameya gelê Kurde. Ji bo wê em bi tundî biryara 84’emîn runiştina dadgeha Enqerê ya ji bo siyasetmedar û çalakvanên Kurd di doza Kobanê de dayî, rûreş û şermezar dikin.

Divê hêzên navneteweyî yên ku li dijî DAÎŞ’ê li ser asta cîhanê û herêmê beramberî vê biryara dadgeha Enqerê xwedî helwestek yasayî û exlaqî bin. Em bang li gelê xwe, parêzer, mafperwerên Kurd û azadîxwazan dikin, têkoşîna li dijî faşîzmê, polîtîkaya çewisandin û înkarkirina hebûn û nasnameya Kurdan berfireh û xurtir bikin. Serkeftin a îradeya azadîxwazan û gelê Kurdistanê ye.”