YNK: Mesrûr Barzanî, dewleta Tirk teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyê bike

Berdevkê YNK’ê Seedî Ahmet Pîre bertek nîşanî nûçeyek a rojnameya Xebat a PDK’ê da û got: “Rojnameya Xebat bi vê nûçeya xwe Tirkiyeyê teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyê bike.”

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seedî Ahmet Pîre bertek nîşanî nûçeya rojnameya Xebatê ya PDK'ê da û got: "Dewleta Tirk teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyê bike."

Seedî Ehmed Pîre bal kişand bi ser nûçeya rojnameya Xebat a PDK'ê û got: "Rojnameya Xebat a PDK'ê di 14'ê vê mehê de bi manşeta 'PKK'ê li ser sînorê Silêmanî hêz ava kiriye û vê hêzê dişîne Rojavayê Kurdistan û Qendilê'. Ev rojname girêdayî partiya Serokê demkî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ango ya PDK'ê ye."

Seedî Ahmet Pîre anî ziman ku serokê hikûmetê Mensûr Barzanî li dewsa Silêmaniyê biparêz e û ji Tirkiyeyê re bibêje, ‘Tu wateya êrîşa bi ser Silêmaniyê nîne’, dewleta Tirk teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyê bike. Pîre da zanîn ku divê demildest PDK û YNK li ser vê mijarê li hev bicivîn ku bi kijan armancê ev nûçe hatiye serwîskirin û got: “Divê were vegotin ku ev forma ku weke şêwazeke nû ya danûstandinê li gel YNK’ê danîbûn, bi kîjan delîlan hatiye dayîn."