KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin.” -
Tulay Hatîmogûllari: Civaka Elewî tu carî serî netewandiye û wê netewîne jî
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera Komkujiya Dersimê de axivî û bilêv kir ku civaka Elewî tu carî serî li ber polîtîkayên asîmlasyonê netewandiye û wê netewîne jî. -
Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Cizîrê ji 5 welatiyên ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin. -
HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin
HPG’ê got: “Li Kanî Botkê ya li Qada Berxwedanêya Golkayê bi bombeyên dest, çekên ferdî û çekên nîv otomatîk li dagirkerên di bin kontrolê de hate xistin. Di vê çalakiyê de 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin.” -
Kesên ku Serdeşt Osman şehîd kirin, kî bûn?
Ew zihniyeta eşîrî û malbatî ku Serdeşt şehîd kir, heman ew zihniyet e ku ji ber zordarî û nezanînê ji sedî pêncî û yekê axa başûrê Kurdistanê ji dest da. -
Li Rojhilat hunermend jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Şino 14 çalakvan, hunermend û welatî bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne, hatine binçavkirin. -
Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên ku vê siharê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metînayê pêk anîn de, 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir
HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Gerîlayan 29 çalakî li dar xistin, 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine cezakirin û 1 helîkoptera Skorsky jî hatiye derbkirin. Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrîş kirin. -
Tekîk: Li Êlihê rêbazên taybet di dewrê de ne
Hevserokê Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Mûstafa Mesût Tekîk, diyar kir ku hewl tê dayîn Êlih ji kokê xwe ya ku ev 50 sal in bi kedek mezin hatî bi dest xistin bê dûr xistin û got ku rêbazên taybet di dewrê de ne. -
KCK’ê ji bo Celal Başlangiç peyama sersaxiyê da
KCK’ê ji bo rojnamevan Celal Başlangiç peyama sersaxiyê weşand û got: "Em bi rêzdarî bejna xwe li ber hevrêtiya wî ya bi gelê Kurd re, vegotina wî ya bi wêrekî ya rastiyê, baweriya wî ya bi têkoşîna demokrasiyê ditewînin." -
KNK: Divê hesabê jenosîda Dersimê ji dijmin bête pirsîn
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Dersimê daxuyaniyek da û got: “Divê em têkoşîn xwe sist û lewaz nekin. Divê hesabê jenosîda Dersimê ji dijmin were pirsîn.” -
Waliyê Hewlêrê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnav di serdana xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de diyar kir ku ji bo aştiyê ew amade ne erka xwe pêk bînin. Ahmet Turk jî got, "Divê rêveberiya Başûr mafên hemû Kurdan biparêze." -
Hevşaredarên Wanê nerazîbûn nîşanî zextên li ser çapemeniyê dan
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi nûnerên çapemeniyê re rûniştin û nerazîbûn nîşanî zextan dan. -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin
Li herêmên Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 5 mobesse û konek hatin îmhakirin. -
Provokasyona metirsîdar a Tirkiye û PDK’ê
Divê destûr neyê dayîn ku xaka Kurdistanê jinûve û car din were dagirkirin û binpêkirin. Divê her kes li dijî hewldanên nû yên dagirkeriya Tirkiyeyê derbikevin û nerazîbûnê nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bidin. -
HPG'ê ragihand ku gerîlayek şehîd bû
HPG'ê ragihand ku Viyan Helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 21'ê Nîsanê de gihîştiye şehadetê û got, "Ew ê her tim bi kesayetiya xwe ya durist, fedekar û dildariya xwe ya ji bo azadiyê were bîranîn û bîranîna wê dê bibe sedema me ya têkoşînê." -
Li Saqizê kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li Saqizê kolberek Kurd qetil kirin. -
Li Mêrdînê qutkirina ceyranê hate protestokirin: Polîtîkayên qirêj tên meşandin
DEM Partiyê li Mêrdînê qutkirina ceyranê protesto kir û got: ‘’Qutkirina ceyranê bi sedemên siyasî tên kirin û polîtîkayên qirêj tên meşandin.’’ -
Îranê girtiyekî din ê Kurd îdam kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê girtîyê Kurd ê bi navê Enver Xizrî îdam kiriye. -
Bayindir: Yekîtî û hevgirtina Kurdan jehrkuja şer e
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Di bingeha serdana Erdogan a li Iraqê de konsepteke nû ya tasfiyeyê ya li dijî gelê Kurd heye. Jehrkuja vê konsepta şer jî yekîtî û hevgirtina Kurdan e." -
Li Wanê 1'ê Gulanê: Polîtîkayên mêtingerî û şer hatin şermezarkirin
Li Wanê di mîtînga 1'ê Gulanê de polîtîkayên şer û mêtingeriyê yên li dijî kedkaran hatin şermezarkirin. -
Li Metînayê çalakî: 13 dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya Metînayê ji du baskan ve li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
CPJ ji bo rojnamevan Silêman Ehmed banga 'çalakiya lezgîn' li NY'yê kir
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û MENA Rights Group (MRG) bang li Komîteya Windakirina bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo rojnamevan Silêman Ehmed bi lez bikeve nava liv û tevgerê. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk 2 kolber qetil kirin
Di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de 2 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê, hatin qetilkirin. -
KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst kir: 1’ê Gulanê tevlî Pêngava Azadiyê bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst û demokratîk kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê helwest nîşan bidin û tevlî Pêngava Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bibin.