Li Baneyê kolberek hat qetilkirin

Hêzên dewleta Îranê li herêma sînorê Hengejale ya Bane êrîşî komek kolber kirin û ciwanê bi navê Wehîd Qadirpûr qetil kir.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku îro di danê sibehê de bêyî hişyarî were dayîn, hêzên dewleta Îranê li herêma sînorê Hengejale ya li Bane êrîşî komek kolberên Kurd kirin. Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de ciwanê bi navê Wahîd Qadirpûr ê ji Seqîzê hate qetilkirin.

Ji 20’ê Nîsanê ve 7 kolber li deverên sînor ên Serdeşt, Bane û Seqîz ên Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê de hatine qetilkirin.