Li Zaxo 2 kes ketin avê û xeniqîn

Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Zaxoyê ragihand du kes ketin avê û xeniqîn, lê heta niha cenazeyê wan nehatiye dîtin.

Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê, bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 kes ketine avê û xeniqîne.

Hate diyarkirin ku beriya danê nîvro kur û keçek ji gundê Guzgîran ê navçeya Sicêla di avê de xeniqîne.

Hate ragihandin ku heta niha cenazeyê wan nehatiye dîtin û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Rêveberiyê di derbarê şêwazê ketina avê û temen û nasnameya kesên ku xeniqîne de ti agahî belav nekir.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî li sînorê bajarokê Çoman bav û kurek ketibûn avê û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê bav hate dîtin, lê cenazeyê kur nehatiye dîtin.