NÛ BÛ

Çaran hatin bîranîn: Rêya me ronî kirin

Şehîdên meha Gulanê li Şirnex û Amedê hatin bîranîn. Di merasîmên bîranînê de peyama “Şehîdên me rêya me ronî kirin” hate dayîn.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Li Şirnexê ji bo bîranîna Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anik û Mahmût Zengîn ên di 17'ê Gulana 1982'yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandin û kesên di meha Gulanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin û Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de Hevserokê DBP’ê yê Qilebanê Abdullah Yaman axivî. Yaman, diyar kir ku têkoşîna ku di wan salan de hatiye dayin pêşeroja wan ronî kiriye û wan bihêz dike. Yaman, wiha domand: “Her tim xwe deyndarê gelê xwe hîs kirine. Tevî vê jî di oxira jiyaneke azad û rûmet de ketin ser vê riyê û riya têkoşînê diyar kirin. Me hêz û îradeya xwe ya ev 50 sal in mezin dibe ji van hevreyên qehreman wergirtiye.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku jiyan û tekoşîna lehengên Meha Gulanê vedibêje hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.  

AMED

Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya 78’an, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Mafên Penaberan û Civakî (GOÇ-DER) û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî ji bo “Şehîdên Meha Adarê” li hotêleke navçeya Sûrê bîranîn lidar xist.

Gelek welatî tevlî merasîma bîranînê bûn. Li eywanê pankarta “Nirxên me di pira di navbera tarîtî û ronahiyê de ne” hate daliqandin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî kurtefîlmeke têkildarî şehîdan, hate pêşandan.  

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku meha gulanê meha lehengiyê ye û bal kişand ser têkoşîna gelê kurd. Kiliç, da zanîn ku ji Hakî Karer heta Çaran û Mazlum Dogan têkoşîn dewam kiriye û wiha got: “Em xwedî li nirx û têkoşîna xwe derkevin.”

MÊRDÎN

Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn li Mêrdînê jî hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li ser gora Kurtay a li navçeya Qoserê hat lidarxistin. Înîsiyatîfa 78’an, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin tevlî bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî parlamenter Guneş axivî û got ku agirê Çaran li Girtîgeha Amedê vêxistin li tevahiya girtîgehan vêketiye. Guneş, wiha domand: “Yên ku digotin qey dê bi komkujî û kuştina gelê kurd tune bikin, dîtin ku ev têkoşîn li tevahiya cîhanê belav bû. Agirê Çaran vêxistî îro li hêj jî rêya me ronî dike. Em di şexsê Ferhat Kurtay de Çaran bi bîr tînin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”