Roja Niştimanî ya Gorên Komî ya Iraqê: Şengal li benda kewandina birîna xwe ye

Di Roja Niştimanî ya Gorên Komî ya Iraqê de xelkê Şengalê ji rayedarên Iraqî dixwazin ku gorên komî yên li Şengalê lêkolîn bikin, hestiyên qurbaniyên fermanê bi rengekî ku hêjayî rûmeta mirovahiyê ye radestî xwediyên wan bikin û veşêrin.

16'ê Gulanê li Iraqê weke Roja Niştimanî ya Gorên Komî tê naskirin. Ji dema rejîma Saddam hilweşiya ye li seranserê Iraqê bi sedan gorên komî hatin dîtin. Bi hezaran cenaze di wan goran de bûn. Piştî ku Iraq careke din bi ser xwe de hat û nîzama we ya federal lidar xist, 16'ê Gulanê weke Roja Niştimanî ya Gorên Komî hate naskirin û qebûlkirin.

Piştî fermana 3.8.2014'an, ji bo civaka Êzidî ya li Şengalê yek ji mijarên herî bi êş jî gorên komî ye. Bi hezaran Êzidiyên bi destê DAIŞ’ê hatin kuştin, di gorên komî de hatin veşartin. Em nêzîkî 10’emîn salvegera fermanê dibin, lê ji bo Êzidiyan devê vê birînê hê jî vekiriye û nehatiye kewandin.

Di nav 10 salan de cihê 92 gorên komî hatine tesbîtkirin, lê bi tenê 55 ji van hatine vekirin. Agahiyên ku şahidên fermanê didin û dibêjin, işaretê bi dehan gorên komî yên nû dike ku heya niha nehatibin tesbîtkirin. Civaka Êzidî ji ber sersarî û xemsariya di mijara gorên komî de nerazîbûnê nîşanî dewleta Iraqê dide û banga tevgera lezgîn li wan dike lê dewleta Iraqê jî heya niha xwestek û daxwazên gelê Êzidî pêk nanîne.

Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî saziyên wê û çend saziyên civaka sivîl ji dema fermanê heya îro ji bo vekirina gorên komî û zelalkirina kesên di wan de xebatan dimeşînin û rojane bang li saziyên peyîwendîdar dikin da bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin.  

'JI 92 GORAN 55 GOR HATINE VEKIRIN'

Li Şengalê cara yekem di 15’ê Adara 2019’an de li gundê Koçoyê dest bi vekirin û lêkolîna gorên komî hatiye kirin û heya niha li Şengalê 92 gorên komî hatine tespîtkirin ku ji wan 55 hatine vekirin. Ji van gorên komî jî hestiyên derdora 700 kesî hatine derxistin û şandine ji bo Saziya Tib a Edlî ya Bexdayê. Ji wan jî heya niha nasnameya 204 kesan hatiye naskirin û di cihên cuda hatine gorkirin.

'LI ŞENGALÊ 37 GOR HÎNA NEHATINE VEKIRIN'

Heya neha ji 92 gorên komî ku cihê wan hatine tesbîtkirin û diyar bûne 37 jê nehatine vekirin. Li gel gorên komî yê heya niha nehatine vekirin, gorên komî yên nû jî têne keşifkirin û mînaka wê jî beriya çend rojan Li komlegeha Sîba Şêx Xidir di dema çêkirina rê de yek hate dîtin. Lê dema rexne li saziyên pêwendîdar tê kirin, ew jî dibêjin hejmara me kêm e û li seranserê Iraqê gelek gorên komî hene û heya niha gorên komî yên ji dema Sedam jî têne vekirin, ji ber ew ê heya niha gelek gorên komî yên Şengalê mane 

'DI NAVBERA HEJMARA KESÊN WINDA Û YÊN DI GORÊN KOMÎ DE CUDAHIYEKE MEZIN HEYE'

Li gorî agahiyên ku xelkê Şengalê dibêje yan jî ji kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne dibêjin, dibe ku di demên pêş de li Şengalê hîn bêhtir gorên komî yên nû jî werin dîtin, ji ber her bihostek axa Şengalê kesek tê de bi destê DAÎŞ'ê hatiye qetilkirin û binax kirin. Ji ber wê jî  di navbera hejmara kesên ku çarenûsa wan nediyar e û hejmara gorên komî de cudahiyeke mezin heye. 

'PDK'Ê GELEK CARAN XWEST BELGEYAN WENDA BIKE'

Di sala 2019'an de PDK’ê bi awayekî û ne qanûnî û yasayî 2 gorên komî yên di navbera Xanesor û Sinûnê û minteqa Birdiyê de vekiribû û hestiyên wan biribû Hewlêrê. Gora komî ya di navbera Xanesor û Sinûnê de bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin û ji aliyê saziyên girêdayî Herêma Kurdistanê ve heya ku karibe hinek belgeyan ji sûcê yê dema fermanê de kêm bike. Piştî ku ev gora komî hatiye vekirin û hestiyê wê gorê  birine Hewlêrê, pey re anîne li ber Mezargehan Şerfedîn veşartine. Heya niha şehadeta wan ji malbatên re nehatiye dayîn û mafên wan yê qanûnî û yasayî winda bûye. Her wiha PDK’ê di heman salê de jî di navbera Mûsil û Hewlêrê de, li mintiqa Birdiyê cenazeyên 24 Êzidiyên ku tê payîn ji komelgeha Guhbelê ne ji goreke komî derxistin û bêyî agahiyê bide malbatên wan birin Hewlerê.

Di salên 2016, 2017 dema ku pêşmergeyên PDK'ê li gelek heremên Şengalê bi cih bûn, cihên ku teqmîn dikirin gorên komî lê ne, agir bi zeviyan dixistin."