Girtiyê 30 salan Şehmuz Îlhan hate tehliyekirin

Şehmuz Îlhan ku 30 salan ji aliyê dewleta Tirk ve dîl dihat girtin, hate tehliyekirin.

GIRTIYÊ 30 SALAN TEHLIYE BÛ

Şehmuz Îlhan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û 30 sal in girtî bû, duh hate tehliyekirin. Îlhan di sala 1994'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat binçavkirin û di binçavan de rastî êşkenceya giran hat. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebetê li Şehmûz birî. Îlhan yek ji girtiyên nexweş bû û piştî 30 salan duh hate berdan. Îlhan, îro jî hate bajarê xwe Şirnexê. Îlhan, li Tesîsa Nerdûşê ya navçeya Silopiyayê ji hêla Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUHAD-DER û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê Îlhan û girse bi hev re derbasî mala malbata Îlhan a li navçeyê bû.