Bi girseyî serdana şîna şehîd Aşkan kirin

Li Silopiyayê bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serkan Aşkan hate kirin.

JI BO GERÎLAYÊ HPG’Ê SERKAN AŞKAN ŞÎN

Li navçeya Silopiya Şirnexê bi pêşêngiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî çû serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serkan Aşkan (Rûstem Cudî) ê ku di sala 2021’an de li Xakurkê di pêvçûnekî de şehîd bûbû. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aşitiyê û gelek kes tevlî şînê bûn.

Di serdanê de hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gûngen axivî. Gûngen, diyar kir ku di vê pêvajoya şer de tişta pêwîst aştî ye û got ku ji bo ku bila êdi ciwan neyên qetilkirin, û anî ziman ku divê têkoşîneke mezintir bê dayin.

Piştî axaftinan dua hatin xwendin û ji malbatê re sersaxî hate xwestin.