BI DÎMEN

Kiliç: Hewl didin li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bibin asteng

Hevserokê Şaxê Hejmara 2'emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Serhat Kiliç diyar kir ku polîtîkaya dewletê ya têkildarî Kurdî erênî nîne û got, hewl dide perwerdeya bi zimanê dayikê asteng bike.

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Ji bo dersa hilbijartî ya Kurdî bi hezaran xwendekaran serlêdan kirin, lê belê ji bo Kurdî ku di nava dersên hilbijartî yên dibistanan de ye, mamoste nayên tayînkirin. Wezareta Perwerdeyê ragihand ku îsal di bin navê 'Ziman û Zaravayên Heyî' wê 10 mamosteyên Kurdî tayîn bike. Saziyên ziman û siyasetmedarên ku dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî nerazîbûn nîşanî biryarê dan.

Serokê Şaxê Hejmara 2'emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Serhat Kiliç li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Hefteya derbasbûyî Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî ragihand ku ji bo dema bê bi tayînkirina destpêkê re wê 10 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin. Weke Egîtîm-Senê me gelek caran anîn ziman ku tayînkirina 20 hezar mamosteyan ji xwe kêm e. Ji bo Kurdî jî hejmara 10 mamosteyan bi rastî jî gelekî komîk e. Li welatekî ku zêdeyî 30 milyon Kurd hene tayînkirina tenê 10 mamosteyan nêrîna dewletê ya li Kurdî nîşan dide."

PÊVAJOYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ PÊVAJOYEKE ZEHMET NÎNE

Kiliç anî ziman ku Kukrdî ya li dibistanan bi rengê dersa hilbijartî tê dayin bi rengekî fermî nayê qebûlkirin û got, "Di pêvajoya dersên hilbijartî de astengî hene. Di dema hilbijartinê de jî bi gotina 'kadro nîne', 'mamoste nîne' hilbijartina dersê ji bo xwendekaran tê astengkirin. Di dema tayînkirinê de jî dibêjin 'ji ber ku serlêdan nîne' kêm mamosteyan tayîn dikin. Nêzîkatiya me di vê der barê de bi vî rengî ye; Em tayînkirina mamosteyên Kurdî tenê ji bo dersên hilbijartî qebûl nakin; têr nabînin. Em dixwazin di her qedemeya perwerdeyê de, di her branşê de mamosteyên ku karibin bi Kurdî perwerdeyê bidin bêne tayînkirin. Li gorî me divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe û li gorî zimanê dayikê jî mamoste bêne tayînkirin. Tenê bi vî rengî tayînkirineke rasteqîn û adîl wê pêk were.

Di vê pêvajoyê de her wiha di pêvajoyên asîmîlasyonê yên dîroka Komarê de gelê Kurd ji zimanê xwe yê dayikê hate dûrxistin. Di rewşa heyî de em dibînin ku êdî zarokên me di asteke kêm de bi Kurdî dest bi jiyanê dikin. Weke kedkarên perwerdeyê em baş dibînin bê travmayên bi çi rengî bi serê zarokan tê ku dema nikarin Kurdî bi kar bînin. Heta ku polîtîkaya perwerdeyê û nêzîkatiya li ziman a welêt bi vî rengî dewam bike, em ne bawer in ku tiştek bê sererastkirin. Me her carê got, ev kiryara ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji nedîtî ve tê têrê nake. Eger ev welat bername û planekê dîne pêşiya xwe, pêvajoya perwedeya bi zimanê dayikê pêvajoyeke zehmet nîne. Em weke civak ji vê re amade ne."

DEWLET POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ KÛR DIKE

Kiliç ragihand ku dewlet polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî kûr dike û got, "Dewlet me di pêvajoyeke asîmîlasyonê de derbas dike. Bi dûrxistina Kurdî ji dibistanan difikire ku wê pêvajoya asîmîlasyonê temam bike. Dema ku em li rewşa beriya sed salî binihêrin, ev gel bi temamî bi zimanê xwe diaxivî. Îro mixabin ev rêje gelekî kêm bûye. Ev polîtîka ji bo tinekirina Kurdî polîtîkayeke bi zanebûn e. Lewma em dixwazin careke din dubare bikin ku tayînkirinên niha kêm e û tayînkirin divê ne tenê ji bo dersa hilbijartî be, lê belê divê ji bo temamiya perwerdeya hemû branşan a bi zimanê dayikê be."

Kiliç diyar kir ku ziman paşeroja civakekê ye û got, "Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Em bi saya ziman dikarin hebûna xwe biparêzin. Daxwaza me ya bingehîn ew e ku divê perwerde bi zimanê dayikê be."