Li Şengalê kampanyaya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’

Çalakiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi navê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku di çarçoveya kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Şengalê re xweserî’ daye destpêkirin, didome.

KAMPANYAYA ‘RÊBER APO MÊVANÊ MALA WE YE’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçoveya Pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ de kampanyaya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ dan destpêkirin û ev demeke li hemû navçe, gund û bajarê Şengalê dewam dike.

Jin di çarçoveya kampanyayê de hem wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem kurte jiyannameya wî weke diyarî didin malbatan. Heya niha gel bi kêfxweşî pêşwazî li vê hewldana jinan dikin û dibêjin, ji dema fermanê ve heya niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mêvanê mala wa ye.

Di çarçoveya vê kampanyayê de endamên Meclîsa Jinan a Borika Sinûnê çûn serdana malbatan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin.

Di serdanê de endama meclîsa jinan Welat Cano û jinên li gel digeriyan behsa fikrê Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî û keda ku di ber wan de daye kir û got: “Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin û em ê heta dawiyê li pey fikir û ramanên wî bin. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî çi bikeve ser milên me em ê bikin.”

Welatiyê bi navê Heyder Korkorkî jî bi germî pêşwazî li vê hewldanê kir û got: “Serok Apo ji sala 2014’an heta niha di dilê me de ye û dê her dem jî di dilê me de be.”

Endama Meclîsa Jinan a Borikê Xoxê Seydo jî di serdana mala Hecî Murat de axivî û got: “Em wek meclîsa jinan wêneyên Serok Apo diyarî malbatan dikin ku bi saya fikir û ramanên wî em di sala 2014’an de ji fermanê xilas bûn.”

Xwediyê malê Hecî Murat jî ev tişt anî ziman: “Em xêrhatina we dikin û ji bo wêneyê Serok Apo spas dikin. Hêvî dikim di demeke nêz de Serok Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Welatiyê bi navê Cirdo Îlyas ku meclîsa jinan serdana mala wî kir, destnîşan kir ku Serok Apo û şervanên wî Şengaleke azad diyarî wan kirine û wiha got: “Ez spasiya Serok û hevalan dikim. Serok bi wêneyê xwe bûye mêvanê mala min, ser serê min û ser çavên min hatiye.”

Her wiha ciwanê bi navê Mahîr Bapîr jî ev tişt anî ziman: “Me Serok û fikrên wî di sala 2014’an de naskir, ji wê rojê ve heta niha Serok mêvanê mala me ye û dê her dem mêvanê mala me be.”