Nobeta li Colemêrgê didome: Banga beşdarbûna danişîna hevşaredar kirin

Çalakiya nobetê ya ku duh bi şev li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê dest pê kir, didome. Di çalakiyê de banga beşdarbûna danişîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku qeyûm şandin şûna wî, hat kirin.

LI DIJÎ DESTESERKIRINA QEYÛMAN ÇALAKIYA NOBETÊ

Çalakiya nobetê ya ku duh bi şev li dijî desteserkirina vîna gel li Colemêrgê dest pê kir, îşev jî didome. Piştî meş û xwepêşandanên tevahiya rojê, parlementerên DEM Partiyê vegeriyan qada nobetê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenter çalakiya nobetê domandin. Gelek nûnerên saziyên sivîl hatin qada çalakiyê û piştgiriyê dan çalakiyê. 

Li tevahiya qada ku nobet lê tê girtin ji aliyê polîsan ve hat girtin û derketina derve qedexe ye. Polîsan bend danîn li ser rêyên sereke yên bajêr û rêya ku şaredarî lê ye girtin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan li qada ku çalakî lê berdewam dike axivî û got: “Nahêlin em biçin qada ku çalakî lê ye. Vîna gel bi awayekî bêhiqûqî hatiye desteserkirin. Me xwest em weke şandeyekê biçin, lê nahêlin. Em vê bêcîdiyetê qebûl nakin û em banga xwedîderketina li vîna gel dikin.”

BANGA BEŞDARBÛNA DANIŞÎNÊ Û DAXUYNAIYÊ HAT KIRIN

Li Colemêrgê wê sibê tevahiya rojê çalakiyên curbecur bên lidarxistin. Gelek siyasetmedar wê beşdarî danişîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku pişî hat binçavkirin qeyûm tayînî şûna wî kirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin, bibin.

Tê payîn ku sibê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan were bajêr, rêveberiya DEM Partiyê yê bajêr gel vexwend danişînê û daxuyaniya ku danê sibehê bê dayîn.