NÛ BÛ

Li Colemêrgê gel li dijî darbeya qeyûm dimeşe

Li dijî darbeya qeyûm ku hikumeta Tirk li Colemêrgê kir, nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl li bajêr meşiyan.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm, bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li navenda bajar çalakî tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn. 

POLÎSAN ÊRÎŞ KIRIN

Girseyê piştî daxuyaniyê ber bi avahiya şaredariyê ve meş li dar xist. Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em serokê diz naxwazin” û “Bijî berxwedana Hekkarî” hatin berzkirin. Hatîmogûllari û kesên pê re piştre derbasî Cadeya Bulvarê ya çalakiya rûniştinê lê dihat lidarxistin bûn. Polîsan li vir bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kirin. Ciwanan, li hinek kolanan bi keviran bersiv dan polîsan. 

Hatîmogûllari, wiha got: “Her kes zarokê bi navê Ebû Hanzala yê di dema dagirkirina Îsraîlê ya Filistînê de nas dike. Hanzala, ji bo protestokirina wan berê xwe dabû rojê. Em jî li vir li dijî zilma Îsraîlê û nûnerê wan ê li vê derê berê xwe didin rojê.” 

Gelek serokên baroyan jî hatin cem partiyiyan. Girse berxwedana xwe didomîne. 

BERXWEDAN LI KOLANAN BÊLAV BÛ

Piştî daxuyaniya siyasetmedaran, polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin. Her wiha gaz li parlamenteran hate reşandin. Rojnameger Nevroz Seyîtoglû di encama tundiya polîsan de ser hişê xwe çû. 

Piştî êrîşa polîsan, welatiyan li kolanan dest bi berxwedanê kirin. Parlamenter jî li kolanan belav bûn û ji baskên cuda meş li dar xistin. Protestoyên gel ên li kolanan didomin.