BI DÎMEN

YRK'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YRK'ê ragihand ku gerîla Şervan Rojda di encama êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a bombebarkirî de li herêma Asosê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî şehadeta gerîla Şervan Rojda daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 30'ê Kanûna 2023'an li herêma Asosê di encama bombardûmana balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk de gerîla Şervan Rojda ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû şehîd ket.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê şehîd bi vî rengî ye:

Nav û Paşnav: Sanî Îmanî
Navê Kod: Şervan Rojda 
Cih û dema tevlîbûnê: 2022-Maku
Cih û dema şehadetê: 30/12/2023- Asos

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Sanî Îmanî li bajarê Makû, li ser axa Rojhilatê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike. Wek her zarokekî Kurdistanê zilm, dagirkerî û neheqiyê bi çavê xwe dibîne. Bi wî rengî dest bi zarokatiya xwe dike û mezin dibe. Her ku mezin dibe hestên welatparêziya ku di herêmê de heye dihêle ku bikeve nava lêgerîna ber bi jiyaneke azad ve. Ewladekî bi çîrokên qehremantiya gerîla mezin dibe. Ji malbatekê bû ku şehîdên xwe hebûn. Piştî şehadeta Şehîd Rojda Zagros ku yek ji xizmên xwe bû biryarê werdigire. Ev yek pir li ser bandor dike. ji ber vê yekê navê Şervan Rojda radike û berê xwe dide nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.

Di nava refên me de, di demeke pir zû de fêrî jiyanê dibe. Bê dûdilî li her dera ku pêwîste kar dike. Ji bo bibe milîtanekî rasteqîn xwe her dem perwerde dike û di nava hewldanan de bû. Bi moraleke mezin xwe tevlî dikir, ji ber wê di nava dilê her hevalekî de cihê xwe çêkiribû û dihate hezkirin. Heta dawî di hedefa xwe ya ji bo azadiya Rêber APO de xwedî israr bû.  Bê navber di nav refên me de heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşiya.

Di serî de wek yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê em ji malbata hevrêyê xwe Şervan Rojda û ji hemî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de careke din em soz didin ku heta serketinê em ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin."