BI DÎMEN

Li mewziyên dagirkeran teqînek mezin!

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di saetên şevê de li Girê Amediyê carek din li dagirkeran da. Teqînên mezin ên li mewziyên dagirkeran bi kamereyan hatin qeytkirin.

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI DAGIRKERAN DA

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbe bi derbe li ser hev li dagirkeran dixe. Ji duh heta îro gelek caran gerîla bi teknîka taybet li dagirkeran da û di saetê şevê de carek din lêda. Teqînên mezin ên li mewziyên dagirkeran bi kamereyan hatin qeytkirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hatibû gotin: “5’ê Hezîranê saet 22:20’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran bi teknîkeke taybet çalakiyek hatiye lidarxistin. Di mewziyên dagirkeran de teqînek mezin çêbû.” Bi dîmenên hatine qeydkirin, daxuyaniyê pişterast dike.